'24 sal berê çû qereqolê û carek din nehat'

Mursel Zeyrek 25'ê Gulana 1994'an li Silopiyayê çû Fermandariya Jendermeyan a Sînor û carek din ji wir nehat. Birayê Mursel Zeyrek, Îslam Zeyrek ku 24 sal in li hestiyên birayê xwe digere, diyar kir ku heta dawiyê wê li pey doza xwe bin.

Yek ji hezaran mirovên ji aliyê hêzên çekdar ên rejîma Tirk di salên 1990'î de hate windakirin, Mursel Zeyrek e. Zeyrek 25'ê Gulana 1994'an li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê çû Fermandariya Jendermeyan a Sînor a Xabûrê û carek din ji wir nehat. Birayê Mursel Zeyrek, Îslam Zeyrek ê ku 24 sal li hestiyên birayê xwe digere, derbarê birayê xwe de ji ANF'ê re axivî.

'BERÎ BÊ WINDAKIRIN 3 CARAN HATE DESTGÎRKIRIN'

Zeyrek da zanîn, birayê wî Mursel Zeyrek 25'ê Gulana 1994'an li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê çû Qereqola Jendermeyan û agahî carek din jê nehat girtin. Zeyrek anî ziman, birayê wî piştî çû ew bi derfetên xwe yên kêm li Mursel geriyan û serî li sazî û dezgehan hemûyan dan, lê belê ti encam negirtin. Bira Zeyrek destnîşan kir, Mursel li gundê Çalişkan ê Silopiyayê dima û bi sewalkarî û çandiniyê debara xwe dikir. Zeyrek da xuyakirin, malbata wî bi dehan carî bû hedefa zextên dewletê û got, birayê wî Mursel berî bê windakirin 3 caran hatibû destgîrkirin.

'HÊZÊN DEWLETÊ ÇEK KIRIN DESTÊ WÎ Û WÊNEYÊ WÎ KIŞANDIN'

Bira Zeyrek anî ziman, hêzên dewletê dema cara duyemîn avêtin ser mala wan destûr nedan ku Mursel pêlava xwe jî bixe lingê xwe û ew destgîr kirin. Zeyrek destnîşan kir, hêzên dewletê dema birayê wî destgîr kirin ew birin şikeftekê û bi çek wêneyên wî kişandin. Zeyrek got, "Piştî wêneyê birayê min kişandin jê re gotin, 'temam êdî tu dikarî biçî'. Dema ku birayê min berdan demildest hate ba min û ev bûyer ji bi min re got. Hêzên dewletê cara dawî avêtin ser mala me û ez û Mursel bi hev re destgîr kirin. Em birin Fermandariya Jendermeyan a Suleyman Gunduz. Li Fermandariya Jendermeyan Tegmen Kenan Topçû gef li birayê min xwar û got, 'em ê te bişînin wargehek PKK'ê ya nêzî Zaxo, tuyê ji wir der barê PKK'iyan de agahiyê ji me re binî'. Birayê sixûrî qebûl nekir. Piştî vê yekê Tegmen Kenan Topçû ez birim menzelek din û Mursel jî li ba wan ma. Piştî 5 kêliyan êdî min Mursel nedît."

'EZ HESTIYÊ BIRAYÊ XWE DIXWAZIM'

Bira Zeyrek anî ziman, wan ji ti serlêdan û lêpirsînan encam negirtin û got, "24 sal in ez ji bo birayê xwe Mursel daxwaza edaletê dikim. Ji bo kujer bên dîtin û ez hestiyên Mursel bibînim, min serî Baroya Şirnex, Şaxên ÎHD'ê yên Mêrdînê û Amedê da. Min serî li Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropa da, lê hemû serlêdanên min bê encam man. Ez ê ti carî dest ji lêgerîna xwe bernadim. Ez hestiyên birayê xwe dixwazim."