Bila asîmanê Şengalê ji balefirên Tirkiyeyê re bê qedexekirin

Daxuyaniyekî hevbeş ji aliyê 20 saziyên sivîl ve li dijî bombardûmana li ser Şengalê radestî hikûmeta Iraq, Netewên Yekbûyî û saziyên navnetewî hate kirin. Saziyan daxwaz ji Iraqê kirin ku bila li ser Şengalê çûnûhatina balefiran were qedexekirin.

Di daxuyaniyê de qala vê hate kirin ku di domdariya bombardûmanên dewleta Tirkiyeyê de, ku bi awayekî demkî êrîşî Şengalê dike û dibe sedema xisarên canî û malî yên li navçeyê.

Bal hate kişandin li ser vê jî ku ew êrîş hate şermezarkirin û naxwazin ku êdî bûyerên sala 2014’an dubare bibe. Di sala 2014’an de bi destê DAÎŞ’ê 7000 jin û zarok hatin revandin heta niha jî hejmarekî ji wan jî di girtîgehên DAÎŞ’ê de ne.

Di heman demê de qala vê kirin dewleta Tirkiyeyê ji ber baweriya Êzidiyan a berê bi domdarî êrîşî wan dike, weke ku tê dîtin li Rojhilatê Bakûrê Sûriyeyê çawan xelkê gundê Êzidiyan qetil dikin. Dewleta dagirker a Tirkiyeyê welatiyê gund qetil dike, zeviyên wan dişewitînin, keçên wan difiroşin.

Di daxuyaniyê de bal kişand li ser vê û da diyarkirin ji ber domdariya êrîşên ku li ser wan tê kirin û tirsa dubare komkujîkirinê hebe ku xelkê Şengalê heta niha jî ne vegerane li ser mal û milkên xwe yên li Şengalê.

Saziyan xwestin ku bila hikumeta Iraqê nehêle ku Tirkiye bi kêfî balefirên xwe li ser Şengalê bigerîne û divê Tirkiye bomberdûmanê neke. Saziyan bal kişandin ser vî tiştî ku divê li ser asîmanê Şengalê firîna balefiran were qedexekirin.

Di dawiyê de saziyan daxwaz ji saziyên navnetewî kirin rê nedin Tirkiyeyê da ku careke din Êzidiyan qetil bikin, ew tiştên ku li Efrînê bi serê Êzidiyan hatî li Şengalê neyê dubarekirin.

SAZIYÊN KU TEVLÎ DAXUYANIYA HEVBEŞ BÛNE

Rêxistina Piştgiriya Jinên Êzidî

Yekîtiya Jinên Kemîne a li Iraqê

Rêxitina Heval a Giringîdayina Civakê

Navenda Avadaniyê a ji bo Rawestandina şîddeta li dijî Jinan

Tevnên Jinan a Iraqê

Rêxistina Jinên Erebî û Iraqî

Rêxistina Hewras

Rêxistina Sinabil ya Ayinde

Rêxistina Însiyatîfa Mirovî a Şengalê

Navenda Rewşenbîrî a Şengalê

Rêxistina Pira Ciwanan

Rêxistina TRT a Perwerdekirin û Zanistê

Rêxistina Sunrise

Rêxistina Nabû

Rêxistina Cîlan

Rêxistina Êzidiyên Sotîq

Rêxistina Êzidxana Xêrxwazî

Rêxistina Kêmendamên Êzidî

Rêxistina Jinên Iraqê

Rêxistina Darîn.