20 rojên dawî 4 karkerên ji Wan û Agiriyê jiyana xwe ji dest dan

Ciwanên Kurd ên ku bêyî ewlehiya kar neçar dimînin li karê çêkirina avahiyan bixebitin, dibin qurbanê kar. Di nava 20 rojên dawî de cenazeyên 4 kesan birin Wan û Agiriyê.

Havînê bi destpêkirina dema karê çêkirina avahiyan ve hejmara mirovên di dema kar de jiyana xwe ji dest dan zêde bû. Bi taybetî rojên dawî ciwanên Kurd dibin qurbanê kar. 20 rojên dawî 4 ciwanên ji Agirî û Wanê ji înşaetê ketin û jiyana xwe ji dest dan. Ji ber ambargoya aboriyê ya AKP'ê, li bajarên Kurdistanê rêjeya bêkariyê gihîştiye heta 85 ji sedî. Li bajarên ku çûyîna zozan û çêrgehan qedexe ye, sewalkarî û çandinî li ber tinebûnê ne.

Ciwanên ku li dijî bêkarî û xizaniyê li ber xwe didin, neçar dimînin ku metropolên mezin ên Tirkiyeyê yan jî derveyî welat li înşaetên şîrketên Tirk bixebitin. Ciwanên Kurd ên bi mehan, bi salan ji malbatên xwe dûr li xerîbiyê dixebitin, ya bi seqetî vedigerin malên xwe, yan jî darbestên wan dişînin. Karkerê înşaetê yê bi navê Nevzat Aslan (32) ê ji navçeya Payîzava ya Wanê, di 12'ê Tîrmehê de li Erdexanê ji qatê 12'an ê apartmanekê kete valahiya asansorê û jiyana xwe ji dest da.

CENAZEYÊN WAN PIŞTÎ 10 ROJAN HATIN VEŞARTIN

Mûrat Yaşar ê bavê 4 zarokan û Alî Ceylan ê bavê 2 zarokan ên ji navçeya Giyadînê ya Agiriyê, li Cezayîrê ku welatekî li bakurê Efrîkayê ye, dema ku li înşaetê dixebitîn ketin xwarê û jiyana xwe ji dest dan. Karkerên ji Giyadînê tevî ku 2'ê Tîrmehê jiyana xwe ji dest dan, cenazeyên wan piştî 10 rojan anîn navçeya Giyadînê û veşartin. Serlêdanên malbatan ên ji bo anîna cenazeyan ji aliyê rayedarên Tirk ve bêencam mabûn.

Malbatên karkeran diyar kirin, ku balafira kargo ya dewleta Tirk a li Cezayîrê li benda tijîbûna kargoyê sekinî û piştî ku 10 rojan kargo tijî bû hingî cenaze anîne Tirkiyeyê.

Firat Akbayrak ê 23 salî yê ji taxa Ezik a navçeya Erdîş a Wanê di 19'ê Hezîranê de ji qatê 8'an ê înşaeta ku lê dixebitî kete xwarê û jiyana xwe ji dest da.