2 welatiyên din ji aliyê rejîma Îranê hatin destgîrkirin

Li gorî rêxistinên mafê mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di nava du rojên bihorî de 2 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine destgîrkirin.

Li gorî agahiyên ku rêxistinên mafê mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li ser malperên xwe danîne roja Şemiyê ango 23’ê Çile 2021 welatiyek bi navê Sîrwan Emînî ku ji bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ye ji aliyê hêzên ewlekariya Komara Îslamî ya Îranê hatiye destgîrkirin. Her wiha duh yekşemê li bajarê Seqizê welatiyê bi navê Babek Babayî yê 30 salî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatiye destgîrkirin.

Li gorî agahiyan, welatî bêyî destûra dozgerî ya destgîrkirinê hatine destgîrkirin û ew veguhastine cihekî ne diyar.

Hêjayê gotinê ye ku di agahiyên hatinî parvekirin de hatiye gotin ku heya niha jî tu agahiyek derbarê sedemê girtina her du welatiyan û cihê ku lê tên ragirtin li ber destan nîne.