2 guleyên katyûşa li baregeha Tacî ya li Bexdayê hate xistin
Artêşa Iraqê bi daxuyaniyekê diyar kir ku duh êvarê 2 guleyên katyûşa li baregeha Tacî ya li Bexdayê hatiye xistin.
Artêşa Iraqê bi daxuyaniyekê diyar kir ku duh êvarê 2 guleyên katyûşa li baregeha Tacî ya li Bexdayê hatiye xistin.
Ragihandina Ewlekariyê ya Iraqê diyar kir ku duh êvarê 2 guleyên katyûşa li baregeha Tacî ya bajarê Bexdayê hatiye xistin.
Her wiha ragihand ku ew du guleyên katyûşayê li navçeya El-Raşidiye ya Bexdayê hatine avêtin û baregeha Tacî kirine armanc.
Lê heya niha nehatiye eşkerekirin bê ka zirarê wê çi bûye.
Hêjayê gotinêye ew hefteyek e ku êrîşên cûr bi cûr li ser baregehên Emerîkayê yên li Bexdayê tên kirin.
Heya niha tu alî û rêxistinekê berpirsiyartiya wan êrîşan negirtine ser xwe.