18 sal ceza ji Gulser Yildirim re hate xwestin

18 sal û 3 meh ceza ji parlamentera rehîn a HDP'ê Gulser Yildirim re hate xwestin.

Danişîna parlamentera berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya cara 10'an hate dîtin. Yildirim ji bo ku tevlêbûna li danişînê ya bi Pergala Dîtbarî û Dengî (SEGBÎS) red kir tevlî danişîna li Dadgeha Cezayê Girana a 3'yan a Mêrdînê nebû.

Dadgehê 18 sal û 3 meh cezayê girtîgehê ji Yildirim re xwest.

Danişîn hate taloqkirin.

Dadgehê biryar da ku nivîsê ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa F'yê ya Kandirayê re binivîse ku di danişîna dî de Yildirim hazir be û danişîn taloqî 4'ê Adarê kir.