18. Civata Giştî ya KNK’ê pêk tê

18’emîn Civata Giştî ya KNK’ê li bajarê Baarlo yê Hollandayê tê lidarxistin. Civîn wê sê rojan bidome, ji Kurdistan û Ewropayê bi sedan delege beşdarî civînê bûne.

18’emîn Civîna Desteya Giştî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li bajarê Baarlo yê Hollandayê bi beşdarbûna Hevserokên KNK’ê, endam, endamên desteya rêveberiyê û siyasetmedarên Kurdistanê dest pê kir. Civîn ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Civîn wê 3 rojan dewam bike, ji Kurdistan û Ewropayê bi sedan deleqe beşdar bûne.

Axaftina destpêkirinê ji aliyê Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar ve hate kirin, Aydar got li Kurdistanê şerekî mezin heye. Aydar wiha domand; “KNK ev 20 sal e ji bo yekîtiya gelê Kurd têdikoşe û di nava KNK’ê de partiyên siyasî û civakên baweriyê yên ji Kurdistanê cih digre.”

GER KURD BIBIN YEK WÊ TU KES LI BERAMBERÎ KURDISTANÊ NESEKINE

Piştî axafina Zubeyîr Aydar Hevserokên KNK’ê Nîlufer Koç û Rêbûwar Reşîd axivîn. Hevseroka KNK’ê Koç bal kişand li ser êrîşên hêzên dagirker ên li dijî Kurdistanê û got gelê Kurd bi salan e li dijî van êrîşan têdikoşe. Koç wiha domand; “Bi teqez divê gelê Kurd li dijî hêzên mêtîngeriyê yekîtiya xwe çêbikin. KNK bi salan e ji bo yekîtiya gelê Kurd têdikoşe û zêdeyî partiyên Kurdistanê ji bo yekîtiya netewî têdikoşin.”

Zîlan Serhat li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewropa (TJK-E) axivî û wiha got; “Piştî şoreşa Rojava Kurdên ku li parçeyên cûda yên cîhanê dijîn berê xwe dan Rojava. Azadiya gelê Kurd û jina Kurd bi yekîtiyê wê pêk were. Niha ji bo azadiya gelê Kurd fersendek heye. Eger yekîtya netewî li ser prensîpên jiyana azad pêk were wê tu hêz nikare li beramberî Kurdistanê raweste.”

JI BO AZADIYA GELÊ KURD DIVÊ HEMÛ PARTÎ XWE BERPIRSYAR BIBÎNIN

Di civînê de li ser navê YNK’ê Arêz Abdûllah axivî û wiha peyîvî; “Civîna KNK’ê ji bo yekîtiya netewî pêngavek girîng e. Rizgariya Kurdsitanê tenê bi rizgarkirina parçeyekê re ne sînordar e. Divê hemû partiyên Kurdistanê ji bo azadiya gelê Kurd xwe berpirsyar bibînin.”

Li ser navê PJAK'ê jî Siyamend Mîhûnî axivî û got Îran êdî bi politîkayên berê re na domîne û wiha got; “Em partiyên Rojhilat jî divê ji bo jiyanekî hevpar û demokrasî têbikoşin. Divê KNK jî politîkayên hevppar yên hemû partiyan digre nava xwe ava bike.” Piştî axaftina Mîhûnî Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal peyama Endamê KNK’ê Cemîl Bayîk a ji bo civînê şandî xwend.