16 rojnamevan hatin girtin

Ji 22 kesên 8'ê Hezîranê li Amedê hatin destgîrkirin 16 rojnamevan hatin girtin.

Ji 22 kesên ku 8'ê Hezîranê ji ber lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê hatin destgîrkirin 16 rojnamevan hatin girtin.

Midûra JINNEWS'ê Safiye Alagaş, Hevserokê DFG'ê Serdar Altan, Edîtorê MA'yê Azîz Orûç, Midûrê Karên Nivîsê yê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş û Zeynel Abîdîn Bûlût, Omer Çelîk, Mazlûm Dogan Guler, Îbrahîm Koyûncû, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdûrrahman Oncu, Sûat Dogûhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahîn ên sewqî Dadgeha Sûlhê ya Nobetdar hatin kirin, hatin girtin.

Rojnamevan Esmer Tûnç, Mehmet Yalçin, Kadîr Bayram, Feynaz Koçûk û Îhsan Ergulen bi kontrola edlî hatin berdan.

Rojnamevan û malbatên wan ên li ber edliyeyê li hev kom bûn bi dirûşmên "Çapemeniya azad nayê bêdengkirin", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" û "Berxwedan jiyan e" biryar şermezar kirin.