15’ê Tebaxê li Raperînê bi coş hate pîrozkirin

Li herêma Raperîn a Başûrê Kurdistanê bi dirûşma ‘Bi ruhê 15’ê Tebaxê em ê faşîzmê tine bikin’ 15’ê Tebaxê bi coş hate pîrozkirin.

Bi boneya 38’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê, di saetên êvarê de li gundê Derwekutir yê bajaroka Sengeser a herêma Raperînê pîrozbahiyek hat lidarxistin. Pîrozbahî ji aliyê Rêxistina Niwêger û Tev Çanda Başûr ve dibin dirûşma “Bi ruhê 15’ê Tebaxê em ê faşîzmê tine bikin” hat organîzekirin.

Şahiyê bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan destpê kir, piştre koma Şehîd Zerdeşt derket ser dikê, bi stran û berhemên xwe coş dan şahiyê.

Piştre jî daxuyaniya PKK’ê ji aliyê Rizgar Hesen ve hat xwendin. Di destpêka daxuyaniyê de 38’emîn salvegera pêngava 15’ê Tebaxê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, tevayî malbatên şehîdan û gelê Kurd pîrozkir û got: “Mahsum Korkmaz bi nasnav Egîd yekem fîşek li dijî dewleta faşist a Tirk teqand. Ew agirê ku ji yekem fîşekê derket, niha bûye volkanek ji agir û roj bi roj geştir dibe û hêviyên gelan li dora xwe kom dike.”

Di beşek din a daxuyaniyê de hat diyarkirin niha ji her demê zêdetir pêwîstiya gelê Kurd bi yekitî û şiyarbûnê heye. Her wiha daxwaz ji hemû aliyên Kurd û Kurdistanî hat kirin êdî rê bi fitneyên dewleta Tirk nedin û di demek zûde kongreya netewî li darxin.