‘15’ê Sibatê ji bo welatên demokratîk rûpeleke reş e’

Ciwanên Kerkûkê salvegera 20’an a Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û anîn ziman ku 15’ê Sibatê ji bo welatên demokratîk rûpelekî reş e.

Ciwanên Kerkûkê Komploya Navneteweyî ya li ser Ocalan şermezar dikin, soz dan ku li ser felsefeya Ocalan bin û li dijî her êrîşên dagirker ên li ser gelê Kurd têbikoşin.

Ciwanê bi navê Akam Semed komploya li ser Ocalan şermezar kir û got: “Komploya navneteweyî, di serî de hêzên komploger û ew welatên bi navê demokrasiyê xwe bi nav dikin şermezar dikim. Bi vê komployê hêzên dagirker xwestin raman û îdeolojiya Birêz Abdullah Ocalan têk bibin, lê nekarîn vê bikin. Îro bi wê bîr û baweriyê Rojavayê Kurdistan li gel hemû pêkhateyên xwe dijîn.''

‘KOMPLO JI BO WELATÊN DEMOKRASÎPARÊZ PELEKÎ REŞ E’

Semed diyar kir, berdewamiya komployê ji bo welatên qaşo xwe bi navê demokrasiyê bi nav dikin şermek e û got, “Ramanê Ocalan ji bo aştî û jiyana hevpar e. Tenê Ocalan  dikare pirsa Kurd çareser bike. Komplo ji bo welatên demokrasîparêz rûpelekî reş e.”

‘OCALAN BI RÛHÎ Û RAMAN LI GEL KURDAN E’

Ciwanekî din ê ji Kerkûkê bi navê Serhed Mehemed jî Komploya Navneteweyî ya di serî de bi destê hêzên desthilatdar ên cîhan û Tirkiyeyê hate kirin şermezar kir û got: “Dibe bi fîzîkî Ocalan girtîbe lê bi rûhî û raman li nava Kurdan e. Raman û felsefeya Ocalan bi azadî li nava me ye û civak pêş dikeve.”

‘EM Ê LI DIJÎ HER ÊRÎŞAN BER XWE BIDIN’

Mihemed domdarî got: “Em ciwanên Kerkûkê li ser ramanên Rêber Apo ji bo azadî û têkbirina komployê têdikoşin. Em soz didin  li hemberî her cure êrîşên li ser Rêber Apo û gelê Kurd têbikoşin û li ber xwe bidin.''