14. Mihrîcana Çand û Werzişê ya 4’ê Nîsanê ya Mexmûrê dewam dike

Bi boneya Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Mexmûrê Mihrîcana Çand û Werzişê ya 4’ê Nîsanê ya hatî destpêkirin îro jî bi pêşbirkên werzişî yê xwendevanan dom kir.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) her sal bi boneya 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi pêşengtiya Qada Perwerdeyê Mihrîcana Çand û Werzişê tê li darxistin. 14. Mihrîcana Çand û Werzîşê ku di 21’ê Sibata 2022’an de bi leyîstina turnuvayên fitbolê yên di navbera dibistanan de destpêkiribû, deawm dike.

Mihrîcan îro jî bi çalakiyên werzîşê dewam dike. Di saet 08:00’an bi deqeyek rêzgitin ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê, bi tevlîbûna hemû xwendevan û şêniyên wargehê li beramberî parka Şehîd Aryen destpêkir.

Sahaya pêşbirkê bi al û posterên Rêber Apo, KCK, HPG, PJAK, PKK’ê û bi alên kesk û sor û zer hatibû xemilandin. Di çalakiyên îro de pêşbirkên beza 100 metre, 400 metre, streka ciwan û maratonên di navbera dibîstanên Seretayî, Navîn û Amadeyî pêkatin.

Mihrîcan wê sibe bi çalakiyên çandî, hunerî û werzişî û birîna paste ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dawî bibe.