130 malbatên din wê îro vegerin Şengalê
Şengaliyên li kampên Başûrê Kurdistanê ref bi ref li warê xwe vedigerin. Li gorî agahiyan 130 malbatên din wê îro vegerin Şengalê.
Şengaliyên li kampên Başûrê Kurdistanê ref bi ref li warê xwe vedigerin. Li gorî agahiyan 130 malbatên din wê îro vegerin Şengalê.
Li gorî agahiyan, li kampa Êsiyan a Dihokê 130 malbatên Şengalî xwe amade kirine û îro vedigerin Şengalê.
Hate ragihandin ku malbatên îro vedigerin warê xwe bi giranî ji gund û komelgehên başûrê çiyayê Şengalê ne.
Rêveberiya Xweser a Şengalê bi hemû derfetên xwe Şengaliyên li warê xwe vedigerin pêşwazî dike û ji bo bicihbûna wan dibe alîkar.
Li gorî daneyên dawî, ji sedî 75 ê Şengaliyên li kampên Dihokê diman vegeriyan cih û warê xwe.