121 salên medya Kurd

Rojnamevanê Kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê li ser "Roja Rojnamevanên Kurd" axivîn û diyar kirin, karê rojnamevaniyê û têkoşîna azadiyê ya gel bi hev re dimeşin, lewma wan hemû berdêl dane pêş çavên xwe.

Rojnamevaniya Kurd îro dibe 122 salî. Rojnameya "Kurdistan" ku 22'ê Nîsana 1898'an li payteta Misrê Qahîreyê ji aliyê Mîkdad Mîdhad Bedirxan ve hate çapkirin, ji bo rojnamevaniya Kurd weke destpêkekê tê dîtin. Li gel sirgûn, kuştin, zext, girtin, astengî û qedexeyan 121 sal in rojnamevanên Kurd li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welêt rojnamevaniyê dikin.

Rojnamevanên Kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê bi wesîleya "Roja Rojnamevaniya Kurd" ji ANF'ê re axivîn.

ROJNAMEVANIYA KURD LI ROJHILATÊ KURDISTANÊ

Li Rojhilatê Kurdistanê gava destpêkê ya ji bo rojnamevaniyê di salên 1920'î de hate avêtin. Sala 1920'î piştî ku Xanedaniya Pehlewî li Îranê bû desthilatdar, rojnameya Rojî Kurd di dîroka çapemeniya Kurd de li Rojhilat dest bi weşanê kir. Sala 1943'an bi pêşengiya Jiyaneweyî Kurd (J.K.) rojnameya Niştiman dest bi weşanê kir. Sala 1946'an li Komara Kurd a Mahabadê rojname û kovarên Hawarî Kurd, Kurdistan, Helalê, Hawarî Niştiman û Girûgalî Mindalanî dest bi weşanê kirin. Piştî ku rejîma Îslamî bû desthilatdar, çapemeniya Kurd li Rojhilat hate tepisandin û ji neçarî karên çapemeniyê li derveyî Rojhilat dewam kir.

MELSA KELHOR: BERXWEDANA LI DIJÎ ZILMÊ

Edîtora ANF'ê Melsa Kelhor a li Rojhilatê Kurdistanê ji bo rojnamevaniya Kurd a li Rojhilat got, "Rojnamevaniya Kurd beriya her tiştî berxwedana li dijî zilmê ye. Ji ber ku zilm li ser derewan ava bûye, wezîfeya çapemeniyê ye ku bi hêza rastiyê têbikoşe."

Kelhor bi bîr xist, li Rojhilatê Kurdistanê bi dehan kovar û rojname hatin derxistin, lê hemû hatin qedexekirin û got, "Çima? Ji ber ku ji aliyê rejîmê ve dihate xwestin ku nasnameyeke sexte bê afirandin û rojname û kovarên dihatin weşandin jî li pêşiya wê nasnameyê asteng bû. Tirs tê wateya zext, êşkence, îdam. Rejîma Îranê niha bûye zindana herî mezin a rojnamevanan li dinyayê. Eger tu li vir rojnamevaniyê dike, hingî çend rê li pêşiya te hene. Ya yekemîn; xizmeta ji bo rejîmê, ya duyemîn; ketina zindanê û dîtina êşkenceyê. Ya sêyemîn, çawa ku ez dikim; rojnamevaniya bi rengê veşartî, ya jî sirgûn."

TERZE EBASÎ: ÎRAN JI BO ROJNAMEVANAN ZINDAN E

Terze Ebasî jî ji ku ji ber zextên li Îranê neçar maye li Başûrê Kurdistanê rojnamevaniyê bike, destnîşan dike ku zext û zora li ser çapemeniya Kurd ti carî kêm nebûye. Nûçegihana Jin TV Ebasî Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji bo rojnamevanan weke 'zindanê' bi nav dike û dibêje, "Ew der ji bo rojnamevanan tenê zindan e. Mînak; par li Îranê û Rojhilat hin çalakî çêbûn. Gelek rojnamevan hatin destgîrkirin û aqûbeta wan hîn nayê zanîn. Rewşa li Rojhilat jî bi vî rengî ye."

ROJNAMEVANIYA KURD LI ROJAVAYÊ KURDISTANÊ

Rojavayê Kurdistanê ku di dema Osmanî de karên çapemeniyê bi rewşenbîrên li Bakur û Başûr dimeşand, piştî ku sînor hatin danîn, salên 1930 û 1940'î ji bo çapemeniya Kurd bû salên girîng. Di wê demê de bi pêşengiya rewşenbîrên Kurd Celadet Bedirxan, Cegerxwîn, Haco Axa, Memduh Selîm Beg, Qedrîcan, Osman Sebrî gelek kovarên Hawar, Ronahî, Roja Nû û Stêr hatin çapkirin. Salên piştî wê demê li Rojava ji bo çapemeniya Kurd bûn 'salên mirî'.

SÎPAN CAN: DIVÊ ROJNAMEVANIYA KURDÎ HÎN BI PÊŞ BIKEVE

Bi pêvajoya şoreşê re ya sala 2012'an, li Rojava pêşketineke girîng di çapemeniyê de pêk hat. Tevî Ajansa Nûçeyan a Hawarê, Ronahî TV û Rojnameya Ronahî, bi dehan organên çapemeniya nivîskî û dîtbarî derketin pêşberî xwendevan û temaşevanan. Hevserokê Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sîpan Can diyar dike, çapemeniya Kurd li Rojhilata Navîn bi pêş ketiye, lê belê ev pêşketin têrker nîne.

Can diyar dike, di çapemeniya Kurd de zimanê esasî hîn ne Kurdî ye û got, Ev rewş li Rojava jî pirsgirêk e. Di çapemeniyê de di nava demeke kurt de pêşketinên girîng çêbûn, lê hîn jî çapemeniya Kurdî divê gelekî bi pêş ve biçe."

ROJNAMEVANIYA LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

Li Başûrê Kurdistanê piştî salên 1920'î, bi pêşengiya Şêx Mehmûd Berzencî pêvajoya rojname û kovarên Pêkewtin, Rojî Kurdistan, Bangî Kurdistan dest pê kir û piştre bi karên weşangeriyê yên Jiyana Newe ya Pîremerd û malbata Mukriyanî heta roja îro dewam kir.

ŞINE FAYEQ: WÊNEYÊ WÊ DEMÊ YÊ KURDISTANÊ

Ji Edîtorên Rojnewsê Şine Fayeq li ser rojnamevaniya li Başûrê Kurdistanê ji ANF'ê re axivî û got, rojnameya Kurdistanê "ji bo hişê hevpar ê Kurd gaveke girîng bû." Fayeq got, "Ew rojname wê demê wêneyekî jiyana gelê Kurd bû."

Şine Fayeq anî ziman, Başûrê Kurdistanê di çapemeniya Kurd de xwedî cihekî girîng e û destnîşan kir, ya ku divê ew ji holê rakin weşangeriya li gorî partiyên siyasî ye ku ev yek astengiya herî mezin e.

Fayeq bal kişand ser zexta li rojnamevanan û got, "Rojnamevan hîn jî tên kuştin. Mînak; Kawa Germiyanî, Serdeşt Osman, Soran Mame Miheme û Wedat Hisên, di nava salên dawî de hatin kuştin. Ya ku li vir hêviyê dide mirovan ew e ku rojnamevan tevî her tiştî jî paş ve gav neavêjin û bi ser rastiyê ve diçin."

ROJNAMEVANIYA LI BAKURÊ KURDISTANÊ

Li Bakurê Kurdistanê, polîtîkayên asîmîlasyonê, komkujî û qirkirinê yên bi avabûna komara Tirkiyeyê re dest pê kirin, bûn sedem ku pêşî li karên çapemeniyê yên li Bakurê Kurdistanê bigire.

Lê belê bi Têkoşîna Azadiyê ya Kurd re di çapemeniya Kurd de li Bakurê Kurdistanê gaveke mezin hate avêtin. Piştî sala 1980'î Serxwebûnê dest bi weşanê kir, salên 1990'î rojnameya Ozgur Gundemê û yekemîn televîzyona Kurd a li ser satalaytê Med TV dest bi weşanê kirin. Kevneşopiya Çapemeniya Azad ku li dijî polîtîkaya kuştin, êşkence, sirgûn, zindan û zordariyê ya dewletê parastina rastiyê dike, niha bi dehan televîzyon, ajans, rojname, kovar û organên din ên weşanê her didome.

AZÎZ ORÛÇ: KARÊ ROJNAMEVANIYÊ BI BERXWEDANA LI DIJÎ ZORDARIYÊ HATE KIRIN

Rojnamevan Azîz Orûç ku ji ber karê xwe yê çapemeniyê li Bakurê Kurdistanê ceza lê hate birîn û niha li Başûrê Kurdistanê karê çapemeniyê dike, ji bo rojnamevaniya li Bakurê Kurdistanê got, "Lokomatîfa çapemeniya Kurd." Azîz Orûç destnîşan kir ku karê çapemeniyê yê li Bakur bi berxwedana li dijî zordariyê hate kirin û di encama têkoşîneke mezin de gihaşt vê astê. Di domaniya axaftina xwe de got, "Bi dehan hevalên me canê xwe ji dest dan. Em qala rojnamevaniyeke ku her tim bi têkoşînê derbas bû dikin. Ji Apê Mûsa heta Gûrbetellî Ersoz, ji Mazlûm Erencî heta Kadrî Bagdû û Rohat Aktaşan bi dehan hevalên me şehîd bûn. Em li ser berdêlên ku wan dane rojnamevaniyê dikin û hewl didin hêjayî rêya wan a rastiyê bibin."