10'ê Tîrmehê modeleke komkujiyê bû

Merasîma cenazeyê Serokê HEP'ê yê Amedê Vedat Aydin, ku di 10'ê Tîrmeha 1991'ê de hate kirin, modeleke komkujiyê ya zordarî û hovîtiyê bû.

Tevgera gel a li Bakurê Kurdistanê der bû, piştî rewşa awarte ya 12'ê Îlona 1980'î, di nava gelê ku bi hesreta azadiyê bû û di nava şert û mercên rewşa awarte de dijiya, rê li ber kelecaneke mezin vekiribû. Gel bi vê kelecanê diherikî nava kolanan, xwedî li cenazeyên gerîla derdiket, binpêkirina mafên mirovan bi dengekî bilind eşkere dikir û cara yekemîn Newroz li qadên vekirî bi rengekî girseyî pîroz dikir. Partiya Kedê ya Gel (HEP) a nû ava bû, hêvî dabû gel. Bala medya biyanî û xwecihî dikişand.

VEDAT AYDIN HATE BINÇAVKIRIN

Avahiya HEP'ê ya Bajêr a li qatê jor ê avahiya kompleks a li Sînema Dîlan a li meydana Deriyê Çiyê, cihê ku welatî timî lê bûn. Serokê HEP'ê yê Bajêr Vedat Aydin jî bi pirsgirêkên her kesî re mijûl dibû û heta ji dest dihat, hewl dida bibe alîkar. Ji bo me rojnamevanan jî ev yek çavkaniyeke baş a nûçeyê bû.

5'ê Tîrmeha 1991'ê dema me bihîst ku Vedat Aydin hatiye binçvakirin, em zêde li ser nesekinî. Vedat Aydin ku binpêkirina mafên mirovan ên li Amedê û gelemperiya herêmê danî ziman, berê jî gelek caran hatibû binçavkirin, îşkence lê hatibû kirin û hatibû girtin. Ji me hebû ku vê carê jî yek ji her carê ye.

DEWLETÊ ÎNKAR KIR KU DI BINÊ ÇAVAN DE YE

Lê belê Walîtiya Rewşa Awarte, Serdozgeriya Dadgehên Ewlekariya Dewletê û Midûriyeta Emniyetê roja 6'ê Tîrmehê înkar kirin ku Vedat Aydin hatiye binçavkirin û gotin, haya wan ji yên ew birine nîne. Ev daxuyanî di nava gel de bû sedema tirs û fikaran. Ji ber ku li Şirnex-Şenoba, Cizîr û Mêrdîn-Qoserê 'kuştinên kiryar nediyar' rû da, gel hê bêhtir kete nava tirs û fikaran.

HÊRS PÊL BI PÊL MEZIN BÛ

Agahiya ku kesî nedixwest bibihîze, di 7'ê Tîrmehê de hat. Li binê pireke nêzî navçeya Maden a Elezîzê cesedek hatibû dîtin, ku îşkence lê hatibû kirin û gule lê hatibûn reşandin. Dema ku rêveberên HEP'ê û malbata Aydin çûn Madenê û cenaze teşxîs kirin, hêrsa gelê Amedê pêl bi pêl belav bû. Bi hezaran kesên pê hesiyan berê xwe didan avahiya HEP'ê ya bajêr. Rayedarên partiyê gelek caran daxuyanî didan û hewl didan pêşî li rageşiyekê bigirin.

MERASÎMA CENAZE HATE RAGIHANDIN

Roja 9'ê Tîrmehê bi rêya wesayitan hate ragihandin, ku cenazeyê Vedat Aydin kengî were rakirin, ji ku derê bê derbaskirin û li kîjan goristanê were veşartin.

Ji bo tevlî merasîma cenaze bibin, ji gelek bajarên Bakurê Kurdistanê mirovan berê xwe dabûn Amedê. Tevî rojnamevanên biyanî û xwecihî, nûnerên rêxistinên mafên mirovan, partiyên siyasî û rewşenbîr jî hatibûn bajêr.

DEWLETÊ JÎ AMADEKARIYA XWE KIR

Dewlet jî li şûna xwe nedisekinî. Polîs û tîmên taybet ji bajarên derdorê anî û 9'ê Tîrmehê li Amedê bi cih kir. Qereqol, walîtî û saziyên dewletê ji aliyê polîsan ve hatin parastin.

KONVOYA JI 5 KÎLOMETREYAN

Roja din, bi hezaran kesên li Amedê li hev civiyan danê sibehê konvoyeke dirêj a ji wesayitan çêkirin û berê xwe dan navçeya Maden a Elezîzê. Konvoya ji mînîbus, otobus, wesayit û qemyonan pêk dihat, dirêjahiya wê bi qasî 5 kîlometreyan bû.

CENAZEYÊ AYDIN TÊ ANÎN

Em rojnamevan li hundirê otobusa HEP'ê bûn. Hê em ji Erxeniyê nû bihurîbûn û negihîştibûn Madenê, rêveberên partiyê û malbata Vedat Aydin cenaze rakiribûn û berê xwe dabûn Amedê. Rêveberên HEP'ê hişyarî dan wesayitên di konvoyê de û ji bo qezayek rû nede, wesayit xist rêzê û ji Erxeniyê û pê ve em vegeriyan Amedê.

Di rê de bi sedan gundiyên nekarî tevlî konvoyê bibin, bi nîşaneya serketinê û tilîliyan konvoy silav dikirin.

KONVOYA CENAZE DIGIHÊJE

Di germa Tîrmehê de konvoya ji sedan wesayitî gihîşt Seyrantepe ya Amedê, ji xaçerêya baskê 7. ê artêşê vegeriya û ji kolana Gevranê gihîşti navçeya Yenîşehîrê. Bername diyar bû. Wê li Mizgefta Sumerê nimêj bihata kirin, rêveberên partiyê bi kurtasî li vir baxiviya û piştre cenaze li Goristana Deriyê Mêrdînê bihata veşartin. Bi vî awayî wê merasîm bêyî bûyerek biqewime, biqediya.

Ev du roj bûn ku gelê Amedê li ser piyan bû. Hemû dikanên li bajêr girtî bûn. Gel li benda konvoya cenaze bû. Rê û kolanên konvoy jê derbas bibin, ji aliyê polîsan ve hatibûn girtin û hewl dihat dayin ku pêşî li tevlîbûna gel a li merasîmê were girtin. Lê belê piştî ku konvoy gihîşt nava bajêr, gel ji bendan derbas bû û tevlî konvoyê bû. Bi tevlîbûna nû re hejmara beşdaran deh hezaran derbas kir.

AMED BI TEMAMÎ LI SER PIYAN BÛ

Amedê roja 10'ê Tîrmeha 1991'ê dîrok dinivîsand. Ji heft heta heftê salî her kes li ser piyan bû. Tenê daxwazeke wan hebû; xwedîderketina li cenazeyê xwe. Dirûşmên "Şehîd namirin", "Kurdistan wê li faşîzmê bibe goristan" û "Bijî PKK" li kolanên Amedê deng vedida.

Ji ber ku wesayit nekarîbûn biçin, bi deh hezaran kes bi peyatî gihîştin ber Mizgefta Sumerê. Di her kêliyê de hejmara beşdarên li merasîmê zêde dibû.

MEŞA BER BI DERIYÊ MÊRDÎNÊ VE

Darbesta Aydin ji vir hate rakirin û piştî bicihanîna wecîbeyên olî û nimêja li ser cenaze, girseya gel ber bi goristana Deriyê Mêrdînê ve anî. (Piştî rojekê, medya nêzî hikumetê nûçeyên derewîn weşand û îdîa kir ku nimêj li ser cenaze nehatiye kirin)

PROVOKASYONA TÎMÊN TAYBET

Rêya di ser kolana Stasyonê re diçû Deriyê Rihayê, bi temamî li trafîkê hatibû girtin û polîs li hemberî nerazîbûneke gengaz ketibûn nava qereqolan. Lê belê li Deriyê Rihayê, tîmên taybet ên rûyê wan bi maske girtîbûn, li ser sûran nîşaneya nîjadperestan dikirin û bi vî rengî gel tehrîk dikirin. Piştî ku ji ser sûran van tîmên taybet kevir avêtin gel, alozî derket. Rêveberên HEP'ê pêşî li gel girt û bi vî rengî bêyî pirsgirêkek derkeve ji Deriyê Rihayê derbas bûn.

POLÎSAN PÊŞÎ LI GEL BIRÎN

Destwerdana duyemîn li pêşiya Qereqola Deriyê Mêrdînê hate kirin. Gel bi awayekî bê pirsgirêk ber bi goristanê ve dimeşiya, lê belê polîsan li Qereqola Deriyê Mêrdînê pêşî li wesayita cenaze tê de bû, birîn.

HÊZÊN DEWLETÊ DEST BI GULEREŞANDINÊ KIRIN

Amîrên polîsan gotin, ew ê nehêlin girseyeke gel a ewqasî mezin biçe goristanê, ew ê destûrê bide tenê wesayita cenaze, malbata Aydin û parlamenter û rêveberên partiyê biçe goristanê. Ji ber vê yekê alozî derket û piştre çek teqiya. Em rojnamevan li ser otobusa partiyê ya li pêşiya kortejê bûn.

Hêzên dewleta Tirk ên kincê sivîl li xwe kiribûn û tiving di destê wan de bûn, ji ber oteya Kervansaray, ji pişt Tirba Sûltan Sûca ya li meydanê û ji ber Xeraja Şaredariyê ya berê, ji nişka ve gule li gel reşandin.

KESÎ KORTEJ NETERIKAND

Êrîş plankirî bû. Dixwestin çavê gel bitirsînin û ji hev belav bikin. Lê belê kesekî bi tenê jî kortej neterikand. Gel ji bo şermezarkirinê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Me rojnamevanên li ser otobusê bi zelalî didîtin ku polîs guleyan li gel direşînin û me wêneyê wan dikişandin.

Du polîsên sivîl ên li ber Tirba Sûltan Sûca dma dîtin ku em wêneyan dikişînin vê carê gule li otobusa partiyê reşandin. Em jî neçar man xwe ji otobusê bavêjin.

ŞEHÎD Û BIRÎNDAR HEBÛN

Wesayita cenaze tê de bû li ber qereqolê mabû. Kesên dixwestin wesayitê ji herêmê derxînin, dibûn hedefa êrîşa polîsan. Di vê gulereşandinê de hin mirov ketin erdê. Dengê çekan bi qasî 3-4 deqeyan bênavber dewam kir. Ji otobusa partiyê timî anons ji polîsan re dihate kirin ku guleyan nereşînin. Dema em ketin nava gel, me bi dehan birîndar li erdê dîtin. 3 kesên jiyana xwe ji dest dabûn jî rakiribûn û danîbûn kêleka rê. Piştî demekê ji aliyê Balikçilarbaşi ambûlans hatin ber Otela Kervansarayê û birîndar rakirin. Polîsan gulereşandin sekinandibûn.

KORTEJÊ DÎSA JÎ DEWAM KIR

Piştî hevdîtina rêveberên partiyê bi polîsan re careke din destûr hate dayin ku kortej derbas bibe. Haya piraniya gelê li kolana Tûrîstîk ji şehadetan tine bû. Ji her kesî hebû ku polîsan gule li hewayê reşandine. Piştî êrîşê bi qasî 100 hezar kes li ber dirûşman berê xwe dan goristana Deriyê mêrdînê ya bi 200 metreyî dûr.

PIŞTÎ MERASÎMA CENAZE

Cenaze wê bihata veşartin, dia bihata kirin û girseya gel belav bibûya. Bername ev bû. Dema cenaze dihate veşartin, ji ber germa zêde nîvê girseyê hêdî hêdî herêm diterikand. Cenazeyê Vedat Aydin hate veşartin, dia li ser hate kirin. Birayê wî Denîz Aydin bi kurtasî axivî û piştre merasîmê qediya. Gel wê ji heman rêyê vegeriya. Lê belê wesayitên zirxî yên i ber Qereqola Deriyê Çiyê bûn, tevî tîmên taybet û polîsan pêşî li gel birîn.

DESTÛR JI DERBASBÛNÊ RE NEDAN

Amîrên polîsan ji rêveberên HEP'ê re ragihandin ku wê destûrê nedin girseya gel bi hev re derbas bibe, ancax kom bi kom belav bibe. Rêveberên HEP'ê çûn Qereqola Deriyê Çiyê û ji vê derê bi rêya telefonê bi Waliyê Rewşa Awarta Hayrî Kozakçioglû re axivî û garantî dan ku eger destûra derbasbûna gel bidin wê ti bûyer dernekeve. Lê belê tevî vê yekê jî destûr nehat dayin ku gel bi hev re derbas bibe.

DOR LI GEL HATE GIRTIN

Ji taxa Ben û Sen a li binê goristana Deriyê Mêrdînê, ji Şantiyeya Kontrola Wesayitan a Şaredariyê ya li pêşberî goristanê bi sedan polîsên tîmên taybet ên rûyê wan girtî bûn, dor li gel girtin. Tîmên taybet dor li otobusa partiyê ya HEP'ê girtin, ku li ber goristanê parkkirî bû. Beşek ji tîmên taybet jî li cihên bilind ên li herêmê bi cih bûbûn.

RÊYÊN DERKETINÊ HATIBÛN GIRTIN

Li Qereqola Deriyê Mêrdînê û aliyê Ben û Senê du rêyên derketinê hebûn. Ne ji bo me rojnamevanan ne jî ji bo bi hezaran mirovên li herêmê rê nemabû ku derkevin. Em ji neçarî li nava otobusa partiyê sekinîn.

DERKETINA KOM BI KOM

Piştî hevdîtinan destûr hate dayin ku bi navbera 20-30 deqeyan girseya gel ji herêma Qereqola Deriyê Mêrdînê derkeve. 5-6 hezar kes dihiştin bi hev re derkevin. Piştî ku ew ji herêmê derdiket, destûr dihat dayin ku koma din derkeve.

DESTÛR NEDAN KOMA DAWÎ DERKEVE

Vê yekê 3 saetan dewam kir. Rojnamevan û rêveberên partiyê di nav akoma dawî de bû. Em li bendê bûn ku dor bê me. Hema hema temamiya girseyê di kontrola polîsan re derketibû. Tenê çend hezar kes li herêmê ma bûn. Em rojnamevan û rêveberên partiyê hebûn. Lê belê destûr nehat dayin ku ev derbas bibin.

JI QEREQOLÊ GULEYA EWILÎ TEQIYA

Em li nava germa dijwar disekinîn û ji nişka ve ji Qereqola Deriyê Mêrdînê 3 caran çek teqiya. Ev ye kji bo tîmên taybet ên dor li herêmê girtibûn, işaret bû. Polîsên tîmên taybet ên li derdorê bi bombeyên gazê û tivingê dest bi gulereşandinê kirin. (Piştî çend rojan hatibû nivîsandin ku di nava yên maske li rûyê wan bûn, îtirafkar jî hebûn)

PÊŞANDANEKE HOVÎTIYÊ BÛ

Beşek ji girseya gel, kete nava otobusê ku ji wan hebû 'bi ewle' ye. Ji paceyên obosuê me şahidî ji êrîşê re dikir. Dengê çekan, bêhna barûtê, sixêfên polîsan, qîrîna gelê êrîş lê dihate kirin û nalîna birîndaran..

Yên diketin erdê, bi quntaxa çekê û ço bi hovane li wan didan. Li pêş çavên me mirov diketin erdê. Jin, zarok û extiyar jî di nav de hebûn.

Rojnamevanên rojavayî yên ji nava otobusê ev hovîtî dişopandin, rondik ji çavên wan dibariyan.

HELÎKOPTERÊ JÎ ÊRÎŞ KIR

Bi rengekî bêçare em di hundirê otobusê de bûn. Nikarîbûn derkevin derve. Me tenê dikarîbûn ji pacaya otobusê wêneyan bikişînin. Di wê demê de helîkoptereke leşkerî ya ji aliyê Çemê Dîcleyê di ser bexçeyên Hewselê re dihat, bombeyên gazê li gel barand.

HINEKAN XWE JI ZINAR AVÊTIN

Rêya yekane ya li pêşiya gel a ji bo rizgariyê, xwe aavêtina ji zinarê bi 10 metreyan bilind ê berê xwe li bexçeyên Hewselê bû. Hinekan xwe avêtin jî. Bi hezaran kesî mirin û birîndarî dan pêş çavên xwe û ji bo rizgar bibin xwe ji wê bilindahiyê avêtin.

BOMBEYA GAZÊ AVÊTIN NAVA OTOBUSÊ

Polîsên ku dor li otobusa HEP'ê girtin, dema dîtin em wêneyan dikişînin gule li lastîkên otobusê reşandin. Ji wesayita zirxî anons kirin û xwestin, em hemû alavên li ser xwe deynin erdê, destê xwe bilind bikin û derkevin derve. Dema em derneketin, gule li camên otobusê reşandin û bombeya gazê avêtin hundir. Me hemû eşyayên xwe danîn, destê xwe bilind kirin û em derketin derve.

YÊN DI OTOBUSÊ DE HATIN PEYAKIRIN

Di otobusê de Serokê Partiya Demokrasiyê ya hate girtin yê Rihayê Mûhsîn Melîk jî hebû, ku wê piştî 2 salan li Rihayê 2'ê Hezîrana 1994'ê tevî ajokarê xwe Mehmet Ayyildiz di kuştinên 'kiryar nediyar' de bihata kuştin. Çenteyê xwe yê destan ku debanceya wî ya bi rûxset tê de bû hişt û ew jî bi me re derket derve.

(Piştî bûyerê wê dîsa nûçeyên derewîn bihata amadekirin û bihata îdîakirin ku Mûhsîn Melîk bi debanceya xwe ya bi rûxset gule li polîsan reşandiye, polîsan bersiv daye, lewma mirov mirine. Lê belê di encama lêkolîna balîstîk de derket holê ku debanceya Mûhsîn Melîk carekê jî nehatiye teqandin û Melîk hate berdan.)

HEMÛ MALZEME PARÇE KIRIN

Piştî ku em ji wesayitê peya bûn, vê carê tîmên taybet êrîşî me kirin. Polîsên ji Midûrê Şaxê Hêzên Polîsên Taybet Mehmet Koçlardan ferman girtin, ketin hundirê otobusê û hemû malzemeyên rojnamevanan derxistin derve. Midûrê Şaxê Koçlardan jî kamera, çente, objektîf, qeyda deng, hemû malzemeyên rojnamevanan li panzera li ber goristana Deriyê Mêrdînê xist û parçe kir. Wêne û dîmenên kuj rojnamevanan kişandibûn bi vî rengî hatin tinekirin. (Midûrê Şaxê Îstîxbaratê yê Emniyeta Amedê yê wê demê Hanefî Avci jî ev dît)

TENÊ QEYDÊN DEWLETÊ MAN

Ji ber vê yekê, wêneyekî bi tenê yê êrîşa li pêşiya goristanê tine ye. (Lê belê kamerayên polîsan ji serî heta dawiyê dîmen kişandin. Û ev qeyd di arşîva dewletê de hene."

BI RENGEKÎ VEKIRÎ ÎŞKENCE DIKIRIN

Dema min li dora xwe temaşe kir, min dît ku ne tenê em rojnamevan her wiha parlamenter, rewşenbîr û rêveberên partiyê jî rû li erdê dirêj kirine û bi quntaxên çekê li wan didin. Polîsan rojnamevana Elman Lîssy Schmîth tazî kirin, lûleya tivingê dan nava lingê wê û bi gotina 'bi çiqasî ye' dikirin qareqar. Rojnamevan Schmîth jî bi Elmanî û Tirkî sixêf li wan dikir.

Polîsekî, Ahmet Turk ê li erdê dirêjkirî rakir, li pişta wî siwar bû û jê re digot, "De namzetê Serokkomar, niha min hilgire." Ji aliyekî ve heqaret dikirin, li aliyê din jî kî çi bi destê wan diket, bi wan li me didan. Serokê Giştî yê HEP'ê Fehmî Işiklar, Ahmet Turk, Orhan Dogan, Hatîp Dîcle û Îbrahîm Aksoy û rojnamevan bi taybetî weke hedef hilbijartibûn.

ÎŞKENCEYA LI SER RÊYA NEXWEŞXANEYÊ

Piştî wextekê dema ji aliyê Ben û Senê dengê ambûlansan hat, navber dan êrîşê û vê carê berê xwe dan ajokar û hemşîreyên di ambûlansê de. Nedixwestin birîndaran rakin nexweşxaneyê. Vê yekê bi qasî 20 deqeyan dewam kir. Piştre destûr dan ku birîndar bên birin. Bi qasî 8-10 birîndar li her ambûlansê hatin siwarkirin. Lê belê dema ji semta Şehîtlîkê derbas dibûn ambûlans disekinandin, li birîndaran dixistin û li gorî kêfa dilê xwe birîndar ji ambûlansê peya dikirin û digirtin binê çavan. Beşek ji me rojnamevanan bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê. Hin jê mil, hin serê wan hatibû şikestin. Hin jî ji ser hişê xwe çûbûn. Rojnamevana Elman Lîssy a ku hatibû tazîkirin û birîndar kiribûn, li wir bû. Ji ber ku kincê wê jê kiribûn, wê jî çarşefa nexweşxaneyê li xwe pêçandibû.

HIN JI MIROVAN BI LÊDANÊ HATIBÛN KUŞTIN

Hê polîsan navêtibûn ser nexweşxaneyê. Piştî ku tedawiya me li ser piyan hate kirin, em li qatên nexweşxaneyê geriyan û me dîtin ku bi sedan kes birîndar bûne. Hin jê bi fîşekê, hinek bi lêdanê. Jin û mêr ji her temenî hebûn. 12 cenaze anîbûn morga nexweşxaneyê, ku 2 jê yê jinan bûn. Dema em daketin morgê me dît, ku li ser hin ji cenazeyan şopa fîşekê nîne. Lê belê kincê wan hatibû qetandin, bi erdê re hatibûn kaşkirin û dihat fêhmkirin ku bi lêdanê hatine kuştin.

Saet navbera 17:30-18:00 de polîsan dor li nexweşxaneyê girtin û dema me dît polîs hewl didin birîndaran binçav bikin, tevî hevalekî xwe yê rojnamevan ez ji wir derketim.

Navenda bajarê Amedê bêdeng bû û haya xwe jê nebû ku li goristana Deriyê Çiyê çi qewimiye. Ji gelek mirovan hebû ku cenaze bi rengekî bê bûyer hatiye veşartin. Lê belê dema ku danê êvarê di nûçeyan de, ne rast jî be hate weşandin û radyoyên biyanî weşan kirin, hingî her kesî bihîst ku komkujî bûye.

23 ŞEHÎD, ZÊDEYÎ 2 HEZAR BIRÎNDAR

Di êrîşa piştî merasîma cenaze de, li gorî daxuyaniyên fermî hate ragihandin ku 8 kesî jiyana xwe ji dest dane. Lê belê hejara rastî ya şehîdan 23 bû. Zêdeyî 2 hezar kes jî birîndar bûn. Bi sedan kesên ji bo ji komkujiyê rizgar bibin xwe ji zinar avêtin û birîndar bûn, nehatin qeydkirin.

Gelek mirov ji bo neyên binçavkirin, 2 rojan li malên li Hatûn Kastalê bi çarşefan birînên xwe dipêçand û bi dizî dihatin dermankirin.

Di nava kesên ji ber êrîşa polîsan hatin kuştin, tenê ji bo 3 kesan merasîma cenaze hate kirin. Cenazeyên din jî bi zora polîsan nîvê şevê ji aliyê malbatan ve hatin veşartin.

KUJER QET NEHATIN DARIZANDIN

Kujerên 23 kesên di merasîma cenazeyê Vedat Aydin de mirov kuştin, ti carî nehatin darizandin. Kuştina Vedat Aydin, li Bakurê Kurdistanê bû destpêka kuştinên 'kiryar nediyar' ên navbera salên 1991-99'an.