1.Konferansa ciwanên Rojhilata Navîn tê lidarxistin

Tê payîn ku di hefteya bê de, bi dirûşmeya, "Li Rojhilata Navîn pirsgirêkên ciwanan û rêya çareseriya demokratîk" konferansa ciwanên Rojhilata Navin bê lidarxistin.

Konferansa ciwanan wê di 18’ê Gulana 2018’an, saet 09:00’an de li salona Tewar ya bajarê Silêmaniyê bê lidarxistin. Wê ji her çar parçeyên Kurdistanê û tevahiya Rojhilata Navîn ciwan tevlî konferansê bibin.

Li gorî agahiyan ji bo konferansê nêzîkî 30 tevger û rêxisitinên ciwanan ên her çar parçeyên Kurdistanê û Herêmê hatine vexwendin. Wê di konferansê de panelên li ser pirsgirêkên ciwanan û çareseriya wan bên lidarxistin. Tê payîn ku zêdetirî 300 ciwan tevlî konferansê bibin.