1’emîn Konferansa Şaredariya Şengalê bi dawî bû

1’emîn Konferansa Şaredariya Şengal a li Xanesorê hate kirin, bi dawî bû.

1’emîn Konferansa Şaredariya Şengalê di saet 10.00’an de li qada Laleş a navçeya Xanesorê, bi beşdariya 200 delege û mêhvanan destpê kir. Ji derveyî endamên şaredariyên herêman, nûnerên saziyên Şengalê amadene. Konferansa bi deqîqeyek rêzgirtin ji şehîdên Êzîdxanê û Kurdistanê re destpêkî piştî nîqaşan bi dawî bû.

Salona konferasnê bi wêneyên şehîdên Eezîdxanê hatiye xemilandin û pankarta, ‘Ev konferans diyariye ji bo Mam Zekî Şengalî’ hatiye nivîsîn. Piştî axaftina ropor û rêziknameya Şaredariya Şengalê hate xwendin. Piştî xwendina rapor û rêziknameyê nêrîn û pêşniyar hatin girtin.

Her wiha piştî nirxandin û pêşniyaran berpirsên şaxên şaredariyê hatin hilbijartin û plansaziya ji bo salekê ji bo şaredariyê hate eşkere kirin. Wê karên şaredariyê yên weke, paqijî, peydakirna elektirîkê ji bo welatiyan berdewam bike.

Ji niha wê dest bi çêkirina rêyên ku pêwistiya wan bi nûjenkirin û çêkirinê heye were kirin. Bi taybet wê goristanên pîroz ên ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hatine rûxandin werin çêkirin.

Di demek nêzîk de ji bo navçeya Tel Ezêr şaredarî were vekirin û dest bi xizmete bike.