1'ê Gulanê li Amedê bi coş destpê kir

Bi hezaran karker û kedkar bi rengê kortejan li Amedê ber bi Qada Stasyonê ve diherikin ku wê 1'ê Gulanê lê bê pîrozkirin.

1'ê Gulanê bi pêşengiya Platforma Şaxên Amedê ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Odeya Tabîpan, Nûnertiya Herêmê ya Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Şoreşger (DÎSK) û Desteya Koordînasyona Bajêr a Yekîtiya Odeyên Mîmar û Endezyaran a Tirk (TMMOB) bi dirûşma "Em ê bi hev re biguherînin" tê pîrozkirin.

Bi hezaran kes serê sibehê bi rengê kortejê ber bi Qada Stasyonê ve meşiyan. Li qadê pankartên bi nivîsên "Ji bo jiyaneke bi rûmet û mirovane em li qadan e", "Ked a me ye, gotin a me ye", "Em bi vê desthilatdariyê nikarin îdare bikin, ne mûçeyê kêmtirîn, lê jiyaneke mirovane dixwazin", "Li dijî şer û kiryarên antî demokratîk em li qadan e", "Welat dewlemend e, gel xizan e, alîgirê desthilatdariyê kêfxweş e" û "Keda me rûmeta me ye" hatin daliqandin.

Li kortejan jî dirûşmên "Bijî 1'ê Gulanê", "Bijî berxwedana karkeran", "Kujer, dizek AKP" û "Jin, jiyan, azadî" hatin qîrîn.

Piştî ku karker gihîştin qadê, li sê deveran nuqteyên kontrolê hatin danîn û bi lêgerînê derbasî qadê dibin.

KORTEJ KETIN QADÊ

Endamên Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG), Sendîkaya Rojnamevanan a Tirkiyeyê, rêxistinên Partiya Herêman a Demokratîk, KESK, Egîtîm Sen, TMMOB û rêxistinên din ên sendîka bi rengê kortejê ketin qada Stasyonê.

WÊ AXAFTIN BÊNE KIRIN, PEYAM WERIN DAYIN

Di mîtînga 1'ê Gulanê de parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersîm Dag, endamê Komîteya Amadekar Kamûran Taş, endama Desteya Rêveberiya Navendî ya KESK'ê Gonul Kûral û endamê Konseya Navendî ya TTB'ê Halîs Yerlîkaya wê biaxivin.

Piştî axaftinan wê Azad Bedran û koma muzîkê ya Egîtîm Senê derkevin ser dikê.

Kedkar û rêxistinên sendîkayan hîn jî dikevin qadê.