"1,2,3,4,5…15. Kobra keet. Saet xweş…"
Serokatiya Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk, der barê helîkoptera Kobra ya par ji aliyê gerîla ve hate xistin gotibû, "ji ber pirsgirêkek teknîkî ket". Lê piştî demeke kurt Gerîla TV dîmenê xistinê weşandibû.
Serokatiya Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk, der barê helîkoptera Kobra ya par ji aliyê gerîla ve hate xistin gotibû, "ji ber pirsgirêkek teknîkî ket". Lê piştî demeke kurt Gerîla TV dîmenê xistinê weşandibû.
Serokatiya Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk, der barê helîkoptera Kobra ya par ji aliyê gerîla ve hate xistin gotibû, "ji ber pirsgirêkek teknîkî ket". Lê piştî demeke kurt Gerîla TV dîmenê xistinê weşandibû. Di dîmen de, dema ku dengekî digot, "1,2,3,4,5...15. Kobra ket, Saet xweş" fuze li Kobrayê diket, agir bi Kobrayê diket û Kobra diket xwarê. Xwediyê wî dengî Şehîd Arhat, dengê xwe, gotina xwe û rojnivîska xwe ku hewl da dilê xwe lê bi cih bike, li dû xwe hişt.
Dema ku min dengê "1,2,3,4,5...15. Kobra ket, Saet xweş" ewilî bihîst, ez li çiyayê Zagrosan bûm. Min got, "Ev dengê Arhat e". Lê belê li derdora min kesekî nas dikir, tine bû. Hinekan digot, "Hevalê Alî ye, yan jî hevalê Întikam." Ez pê bawer bûm. Xwediyê vî dengê ne zirax, ne qalin, lê xwedî coşa serketinê; Gerîla Arhat bû.
Arhat li gundê Girhabeş ê navçeya Bismil a Amedê ji dayik bû. Piştî ku perwerdeya xwe ya dibistana navîn û lîseyê qedand, di sala 2011'an de ji bo dest bi zanîngehê bike berê xwe da metropolên Tirkiyeyê. Dema ku j bo xwendina felsefeyê berê xwe da Zanîngeha Hacettepeyê, qet nedihat bîra wî ku ew ê derseke felsefeyê ya dûrî ji jiberkirinan bibîne. Li Hacettepeyê, ku bi xeyal û lêgerînên mezin berê xwe dayê, di dersên destpêkê de xewn û xeyalên wî şikestin. Ew nêçirvanekî agahiyan e, ku dixwaze gerdûnê, xwezayê, mirovan û jiyanê fêhm bike. Hê di destpêka rê de fêhm dike ku dibistana ew ê lê bixwîne, dersên bibîne, wê bibin asteng li pêşiya lêgerînên wî. Ji ber vê yekê dest bi lêgerîna li agahî, rastî û bêdawîbûnê kir. Li PKK'ê, li gerîlayên Kurdistanê difkire. Her ku cîhana xwe ya lêpirsînê mezin dike; digihêje wê baweriyê ku cihê herî baş ê ku gerdûNê, xwezayê, mirovan û jiyanê lê hîn bibe çiyayên Kurdistanê ye. Û berê xwe dida van çiyan. Bêyî dudiliyê. Di 22'ê Nîsana 2012'an de ji Enqereyê derdikeve û dest bi rêwîtiya xwe ya li rastiyê dike. Bi qasî 5 salên xwe dike diyarî. Ya ku nekarî di nava 20 salên xwe de bijî, di nava 5 salan de li nava refên PKK'ê, di nava jiyana gerîla de bi xwezayê re dijî.
MIN PIŞTÎ 6 MEHAN ROJNIVÎSKA WÎ DÎT
6 meh piştî şehadeta wî, rojnivîska wî ket destê min û min xwend. Ji roja destpêkê ya tevlîbûna nava refên gerîla heta roja dawî, li rojnivîska xwe nivîsandiye. Di rojnivîskê de wêneyên Abdullah Ocalan, Sema Yuce Viyan Soran, Zîlan û hin şehîdên din hene. Berî xwendinê, pelên rojnivîskî diqulipînim û her carê kulîlkek derdikeve pêşiya min. Ne bi qasî narîntiya Arhat jî be, ez kulîlkên ji nav rojnivîskê dikevin, li nava rûpelan careke din bi cih dikim. Hevrê Zenda radihêje yek ji van kulîlkên ketin erdê. Lê dihere, hêstir dikevin çavê wê. Mîna ku xeyalên Arhat tên pêş çavên wê. Ev gotinên ku li dilê min dineqişin ji devê wê derdikevin: "Tu zanî; Heval Arhat di 8'ê Adara 2015'an de yek bi yek hat serdana hevalên jin û ji van kulîlkan da hemû hevalên jin. Ew bi hesasî nêzî hemû detayên jiyanê dibû. Gelo ev kulîlkên li nava rojnivîska xwe veşartiye, dixwest bide kîjan hevalên jin."
Piştre dest bi xwendina nivîsên destpêkê yên rojnivîska wî dikim.
DI RÊWÎTIYA RASTIYÊ DE GUHERÎNA BÊ NAVBER
Ji roja tevlî nava refên gerîla bûye û pê ve bi rêk û pêk nivîsandiye. Di nivîsên xwe yên destpêkê de jiyana navbera sîstema kapîtalîst a ku bi daxwaza xwe red kir û jiyana PKK'ê vedibêje. Di rojên destpêkê yên nava refên gerîla de, hesret, kelecan, hezkirin, fikar û daxwaza naskirina jiyana wî, di asta herî bilind de jiya ye.
Hema hema di her rûpelê de, ji bo pirsên 'Gelo ez ê kengî di nava PKK'ê de bêm guhertin, ez ê guhertineke çawa bijîm' bersivê bibîne. Dema rûpelan diqulipînim, li kêliya ku dibêje 'ez guherîm' digerim. Ev kêlî jî kêliya bidawîbûna perwerdeya şervanên nû ye. Di dawiya dewreyê de bi guherîna xwe dihese. Lê di her kêliyên nava refên gerîla de Arhat bi rengekî bê navber diguhere.
HESRET, HEZKIRIN Û HÊVIYA WÎ
Mînak, timî balê dikişîne ser hesreta dayika xwe. Di beşekê de wiha dibêje: "Kesek ji min naxwaze ku ez dayika xwe ji bîr bikim. Ez ê heta dawiya emrê xwe jê hez bikim. Daxwaza min a dîtina wê, wê her tim hebe. Lê ez vê jî ji bîr nakim. Ez şoreşgerek im. Ne tenê ji bo xwe û ji bo malbata xwe dijîm. Lê niha rastiyeke şer heye, rastiyeke Kurdistanê heye ku divê beriya her tiştî li wan bifikirim. Çawa ku tu dayika min e, dayikên din ên Kurdistanî û Rojhilata Navîn jî dayikên min e. Ez ji wan jî hez dikim, bi qasî ji te. Û bi şer dikarim hezkirina xwe îspat bikim. Dilsoziya xwe ya bi we re, bi diyarîkirina welatekî azad dikarim nîşan bidim. Gelo em ê rojekê hev bibînin nizanim. Lê baweriya min bê dawî ye ku şerê me yê mirovahiyê wê bi ser bikeve."
SÎSTEMA REXNEDAYÎNÊ YA NAYÊ JIBÎRKIRIN
Arhat ji roja tevlî nava refên têkoşînê bû û pê ve hewl dide xeta azadiya jinê fêhm bike. Li dijî zîhniyeta mêr şerekî dijwar dimeşîne û di têkoşîna şoreşê de dixwaze xwe nêzî hevalên jin bike, wan fêhm bike, hîs bike û bi wan re azad bibe. Ev yek di gelek beşên rojnivîska wî de tê dîtin. Salek piştî tevlî nava refên gerîla bû, ji bo dayik û xwişkên xwe vê yekê li rojnivîska xwe dinivîsîne: "Ez li dayika xwe, li xwişkên xwe difikirim. Ji xwarin, vexwarin û kincên min bigire heta hemû pêwîstiyên min, bi rengekî bê hesab dikirin. Halbûkî tiştek ji min bixwastina, min ê di oxira wan de canê xwe bida. Ez çawa bi wî rengî tevgeriyam. Baş e, wan çawa ew rewşa min qebûl kiribûn, çawa serî li ber rewşa heyî tewandin?
Di nava gerdûnê de hêzek heye. Ez vê hezê înkar nakim, bawer dikim. Eger daxwazek te hebe û tu vê daxwaza xwe ji dil bixwaze, ev hêz wê bi hemû derfetên xwe daxwazên te bi cih bîne. Gava dema wê hat, ez ê bixwazim ku ev pêk were. Ez bixwazim ku rojekê xwişkên xwe, dayika xwe, pîrka xwe bibînim. Ji bo ku lêborînê ji wan bixwazim..."
BÛ ZIMAN Û ÇAVÊN GERÎLA
Arhat di du salên jiyana nava refên gerîla de cihê xwe di karê çapemeniya çiyê de girt. Daxwaza wî ya herî mezin ew bû, ku bibe zimanê şerê PKK'ê û rastiya Kurdistanê. Ji ber vê yekê, ji kêliya destpêkê heta ya dawiyê xwest, li cihê herî dijwar ê şer be. Arhat rêya hempîşeyê xwe û hostayê xwe Xelîl Dag hilbijart.
QALA DEMA KIŞANDINA XISTINA KOBRAYÊ DIKE
Gelek caran da dû dîmenekî ku rêveçûna pêvajoyê biguherîne. Mînak; kêliya xistina Kobrayê bi her awayî plan kir û di vê çarçoveyê de tevgeriya. Arhat, piştî xistina Kobrayê li rojnivîska xwe vê dinivîsîne: "Ez gelekî bi coş û kelecan im ku tevlî çalakiyekê dibim. Çalakiyê saet di 04:45'an de dest pê kir. Hevalan xwe gihandin ser gir. Û şerekî dijwar dest pê kir. Her hevalekî derket ser gir, xwedî ruhekî fedayî bû. Ez û hevalê Tolhildan jî li benda hatina Kobrayê bûn. Hevalê Tolhildan hevalekî ku di şer de xwedî tecrûbe ye. Dûrbîn di destê wî de bû, li benda hatina Kobra bû. Me ji nişka ve dengê Kobra bihîst. Bawerim saet derdora 05:45 bû. Em her du jî gelekî kêfxweş bûn. Dijmin bi hawan, bombeyên mîsket û roketên ji balafirên şer êrîş dikir. Tevî ku cara yekemîn bû tevlî çalakiyekê dibûm, ez bi xwînsarî tevdigeriyam. Min dixwest vê çalakiyê bi berfirehî bikişînim. Ji kêliya ku hevalê Tolhildan berê xwe da hedefê û heta fuze l Kobrayê ket, kamara min vekirî bû. Piştî ku fuze lê ket, coşeke mezin ket dilê min. Gotina 'Kobra ket, Kobra ket, saet xweş, saet xweş' ji lêvên ket xwarê. Halbûkî di wê kêliyê de min dikarîbû dirûşme biqîra. Ji kelecanê min ji bîr kir. Roja ku me Kobra xist, Fermandariya Giştî ya Tirk daxuyaniyek da. Got, 'Kobra ji ber pirsgirêkeke teknîkî ketiye xwarê'. Ji bo rastiyê raxim pêş çavan min jî xwest demek ji ya din zûtir dîmenan bigihînim televîzyonê. Wan dîmenan hem derewa medya Tirk, hem jî ya Fermandariya Giştî eşkere kir. Bandoreke mezin li gel kir."
XWE HER TIM LI JIYANÊ GIRT
Eger mirin bê, xwest bibe gavek ji bo jiyaneke nû. Gelek caran fikirî ku ji bo azadiyê tiştek nekiriye. Digot, 'Heta ku dijmin têk bibe, heta ku welatê me azad bibe, sekin li me heram e. Ez mirinê li xwe qedexe dikim. Eger mirinek hebe, ez ê roj û saeta wê diyar bikim. Û eger mirinek bê, divê bibe gavek ji bo jiyaneke nû'. Piştî vê gotinê tevlî gelek çalakiyan bû. Di dema herî dijwar a şer de gelek caran nêzî mirinê bû û lê her gavê xwe li jiyanê girt. Li ber mirinê rabû. Bi gotina 'Li dijî dijmin, ez ê bijîm' bersiv da. Ji ber ku jiyana azad û têkoşîna ji bo vê jiyanê eşqa wî ya rastiyê bû. Dema ku bi eşqa rastiyê hat oxirkirin, navê xwe li dîroka gelê Kurdistanê nivîsand. Saet xweş Arhat...