‘Zîlan, bi kesayeta şerker û bi wêrek fermandar bû’

Di sala 1995’an de li herêma Dêrsimê, ez beşdarî nav refên ARGK’ê bûm. Di nav refên ARGK’ê de, min jiyana xwe ji serî heta binî di ber çavan re derbas kir û kesayetiya xwe nas kir….

‘’Zîlan bi şêwaz, hişmendiya xwe ya jiyanê, bi hişmendiya xwe ya hezkirinê, bi karakterê xwe yê şer, bi wêrekiya xwe ji bo me fermandar e. Ew ji bo me tekane rêbera rasteqîn e. Ev , dema ku bi jinê re pêk were hê zêdetir nirxdar e. Ya ku dikeve ser milê her kesî ew e ku layiqî vî nirxî be.’’ (A. Ocalan)

‘’Ez di sala 1972’yan de li navenda bajarê Meletiyeyê ji dayîk bûm. Navê min Zeyneb Kenacî ye. Ez bi eslê xwe ji gundê Elmalî ku girêdayî navenda Meletiyeyê me. Navê eşîreta me, Mamûrkî ye. Min li Meletiyeyê, li Zanîngeha Înonû beşa rêberî û şêwirmendiya derûnî xwend. Berî ku ez beşdarî nav refên tevgera netewî bibim, min li nexweşxaneya Meletiyeyê wek teknîsiyaneke rontgenê kar dikir. Ez zewicî me û hevserê min ji Amedê, ji navçeya Egilê, gundê Xiliyanê ye. Ew jî ji wê beşa zanîngehê mezûn e. Hevserê min di zivistana 1995’an de, dema xebata “Eniyê” li bajarê Edenê dikir, bi dîlî kete destê dijmin. Ji aliyê aborî ve, rewşa malbata min normal e. Bi sînor be jî ez hinekî serbest mezin bûm. Dema hê min di lîseyê de dixwend, bîr û baweriya çep û Kurdayetiyê bandora xwe li ser min kir. Min di wan salan de dest pê kir û bi çavekî rexnegirî li jiyanê mêze kir. Lê ez nêzîkî tu hêzeke siyasî nebûm û neketim nav xebatê. Dema min li zanîngehê xwend, dîtin û meyla min a çepîtî hên zelaltir bû û sempatiya min ji PKK’ê re zêde bû. Malbata min her çiqas paşvemayî bû jî, lê hestên Kurdperweriyê diparast. Ji ber vê yekê aliyê min ê Kurdperwerî bi pêş diket. Wê demê li herêma me hêz û derdorên welatparêzan ne bi rêxistin bûn. Dîsa rewşa malbata min a aborî bû sedem ku ez hinekî li paş bimînim. Lê bi demê re dîtina min xurt û zelal bû û di dawiyê de ez beşdarî nav refên têkoşînê bûm.

Di sala 1994’an de li bajarê Edenê, min di nava “Eniyê” de dest bi xebatê kir. Bi qasî salekê min xebata xwe domand. Ez di perwerdehiyeke cidî re derbas nebûm. Her çiqas min dixwest jî, ji ber sedemên kesên di rêveberiyê de bûn û paşê hatin girtin, wernegirtina desteka pêwîst, bandora sivîlbûnê li ser kesayetiyê û nekarîbûna guherandina kesayetiyê, bi pêş ve neketim û nebûm xwedî serkeftinekê.

Di sala 1995’an de li herêma Dêrsimê, ez beşdarî nav refên ARGK’ê bûm. Di nav refên ARGK’ê de, min jiyana xwe ji serî heta binî di ber çavan re derbas kir û kesayetiya xwe nas kir. Di kesayetiya min de serwextî û têgihîştineke pêşketî çêbû. Ez dikarim bibêjim ku ji aliyê îdîa, biryar, moral, zelalbûn û zanabûnê ve, ez bi hêztir bûm û bi pêş ketim.’’

***

Heval Zîlan ku qanûna hezkirinê ye, di nameya xwe de wiha xwe dide naskirin.

Di ser 30’ê Hezîrana 1996’an re 22 sal derbas bûn.

Heval Mahmût Zengîn, Eşref Anyik, Necmî Oner û Ferhat Kurtay li nav hovîtiya zindana Amedê, li dijî koledariya li dijî gelê Kurd dema ku çalakiya xwe kirin nameyek hiştin. Di devereke nameye de bangek wiha heye:

 ‘’Gelî hevalan!

Dijmin barbar e, dijmin dilhiş e, dijmin biryardar ku bigihije armanca xwe. Heke em li dij vê ranewestin, dev ji şoreşgeriyê biqerin, em ê ji mirovbûna xwe jî şerm bikin.’’

Her wiha Ferhat Kurtay gotibû, ‘’Hemû tişta ku îro tê gotin û tê kirin wê bibe dîrok’’.

Kurteçîroka hevala Zîlan jî wiha ye.

Tişta ku kirî û gotî ne tenê bû dîrok, ji vê wêdetir bû. Zîlan ku wiha bi zimanekî fesîh behsa xwe kirî, îro di navê bi hezaran kesî de dijî û wê bijî jî.

Zîlan li dijî dijminê barbar navê mezin e ku dibêje ‘raweste’. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser çalakiya Zîlan dibêje, ‘’Di dîroka PKK’ê de yek ji çalakiya herî encamgir e’’. Bi vê çalakiya xwe ya fedayî piştî ku PKK’ê 1995’an agirbesta ek alî ragihandî û artêşa Tirk Kurdistan kirî qada şer, komkujiyan, şewitandina gundan û li dijî suikasta li dijî Ocalan a 6’ê Gulana 1996’an, Zîlan bersiv daye.

Ev çalakiya fedaî di serî de ji bo dewleta Tirk û hevgirên wê yên navxwe û derve bersivek e. ‘’Ev çalakî, li ser îhtîmaleke ku êrîş bi ser Rêber Apo de bibe, helwesta wê ye ku her milîtanekî PKK’ê li dijî vê wê xwedî helwesteke fedayî be. Peyama wê ya ji bo hundir jî, ku di şexsê Şemdî Sakik ê îxanetkar û tasfiyekar de derketî holê, li dijî wê helwesta ku têkoşînê bi paş ve dibe, şer li gorî rastiya şer rê ve nabe bersivek e. Hêla herî girîng e çalakiya pêkhatî ew e ku milîtaniya jinê, gewherê jinê, dilsoziya jinê ya bi Rêbertî re û hîsa tolhildana mezin a jinê pratîze bûye.’’

Girîngiyeke dî jî ew e ku Şêx Seîd û hevrêyên wî 29’ê Hezîranê hatin darvekirin. 30’ê Hezîrnê her wiha bersiveke dîrokî ye jî. Bersiveke li dijî wê dîrokê ye ku dixwaze bêdeng bike û tine bike. Li ser Zîlan gelek tişt dikarin werin gotin. Lê pîvaên wê yên jêneger hene. Bibîrxistina wê karê her mirovê xwedî wijdan e.

Zîlan temsîla pîroziyê ye. Ne beleheq jê re xwendavend tê gotin. Ji ber ku ‘’Zîlan bi rasteqniya xwe bûye sazûman, bûye xeta berbiçav a rizgaryê. Ji bo vê jî, li ser di ber jiyana azad de her çi hebe; evîna netewî, jin û mêrên azad, jiyana bi rêgez ku her cure paşverûtiyê red dike, din av vê de şerê mezin û kîna mezin a li dijî dijmin di nav xeta Zîlanbûnê de heye. Ev xet hem îdeolojîk, hem felsefîk û hem jî temsîla herî jor a hîsê ye. Ên ku pê re dimeşin  ew kes in ku di çalakiyê de, di rêxistiniyê de, di hişmendiya hezkirinê de, di şêwaz û tempoyê de hewl didin  bibin xwedî nêzîkatiyên milîtanî.’’

Ocalan bi tundî li dij wê ye ku ji çalakiya Zîlan re xwekujî were gotin. Ne wiha ye. Ev êrîşek e. Dixwaze wiha were zanîn. Ji ber ku ev çalakî bi temamî serdemî, dîrokî, bi plan, têra xwe rêxistinî, bi wêrekî û fedkariyê ye . Çalakiyeke ku encex yekîneyeke gerîla, an jî tabûrek bikaribe bike, bi tena serê xwe kiriye. Zîlan kesayatiya sembol a serfiraziyê ye. Zîlan navê yekitiya jiyanê ya mezin ango yekkirina serfirazî û evînê ye. Ji bo vê jî êrîşeke bidandor e.

Zîlan vejîna dîrok û jinê ye. Dema ku mirov li karaktere şer û serdemê binere em vê heta bi mêjiyê hestiyê xwe hîs dikin. ‘ Pir zelal e ku divê mîna kaneke wiha were dîtin ku dibe hêz ji wî gel û neteweyê re ku naqede, ji mirovahiyê re û ji jinê re dibe hêz. Ji ber ku ev çalakî li dijî mirovahiya ku hatiye xistin, li dijî rejîma têra xwe faşîst, li dijî artêşê, li dijî emperyalîzmê, li dijî xistina zayenda jinê ye.’’

Her wiha li gorî Ocalan Zîlan bi karaktere xwe mêraniya berê kuştiye. Ev tê çi maneyê?

Tê vê maneyê: Çalakiya Zîlan darbayeke li dijî jiyana di navbeyna jin û mêr de. Nêzîkatiya li teşebûna jina azad pir balkêş e. Lêgerîna teqez a li jiyana nû ye. Daxwazeke mezin a azadiyê ye, helwesteke li dijî jiyana standart a navpergalî. Jixwe ku bi qasî serê derziyê jî nirx bidaya wê jiyanê nedikarî vê çalakiyê bike. Ev çalakî her wiha darbeyeke mezin e li dijî jiyana berdest. Jin û mêrê nav pergalê zewac e, zayendî ye, nizam hezkirin e, hîs e, ev darbeyeke li hemûyan e. Ji ber ku ew jiyaneke biçûk e. Wê zewac ceribandiye.

 

Wek ku qet bi wê balkêş nayê, hîletê wê jê diçe, ji bo vê jî bandorê li ser çalakiya wê dike. Li gel vê, lêgerîna wê ya mezin pir zelal e, ji bo vê jiyana xweşik, jiyana bi şer re têkildar, jiyana bi çalakiyê re têkildar pir balkêş e, tenê bi nirxandinê siyasî mirov nikare vê zelalî derxîne holê.

Bibîranîna Zîlan tê wateya lêgerîna li wateyê. Ji ber ku bersivên îro em lê digerin di nasnameya Zîlan de ye. ‘’Her civakek di dîroka xwe de xwedî nirxên wiha yên guherîner e. Karakterê Zîlan ji bo me çarçowe ye. Em ê bi can û dil bersivê bidin hewcehiyên vê. Karakterê Zîan ji hêla teorik û pratîk ve fermandar e. Û zelal e. Her kes dikare wateyekê bide vê. Bi şans û şanaziyeke mezin dikare pêdiviyên vê bi cih bîne. Ji eniya me ya jinan, ji milîtînanên me hêviya me ew e ku karaktere Zîlan her roj berbiçavtir bibe. Ên ku karakterê wan têra vê nake teqez wê werin qevaztin. Û ew wê van kesan li derveyî peywirê bihêlin.’’

Ocalan di analîzeke xwe de di ser nameya Zîlan re dibêje: ‘’Li vî welatî evîn hatiye kuştin. Karakterekî wiha yê bi navê yekkirinê, pevgihandinê rabûye nîn e. Li ser navê evînê ya heyî hevqedandin, hevxwarin e. Ev bi rengekî wiha ku her tiştî belawela dike û ji yekerebûnê dûr dixe tê kirin. Hîç ne girîng e bê ka ev bi niyeteke baş an jî xirab tê kirin. Karakterê wan jî, mîna wan, weke stiriyan e.’’

Ya ku  Zîlan dike qanûna hezkirinê ev e. Ew rê ye ku wê xêz kiriye. Ew pîvan in ku wê daniye holê.

Ocalan bi gotina, ‘’Zîlan manifesto ye’’ her tiştî bi kurtkirî dibêje. Ya ku dimîne ew e ku mirov li gorî vê manîfestoyê dijî yan na, layiqî wê ye yan na.