Zeynep Celaliyan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd bang kir

Zeynep Celaliyan bi wesîleya 8'ê Adarê nameyek ji zindana Îranê şand û got, "Daxwaza min ji jinan ew e ku daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bikin."

Girtiya jin a siyasî Zeyneb Celaliyan 17 sal in di zindanên Îranê de bi gefa darvekirinê re rû bi rû ye. Zeyneb Celaliyan a ku niha li Girtîgeha Yezdê tê ragirtin bi boneya 8'ê adarê nameyek ji girtîgehê şandiye ku gihîştiye destê me û em bi wêneyê wê ya herî nû diweşînin. Zeyneb Celaliyan bang li gelên azadîxwaz û bi taybetî jinên azadîxwaz kir ku li her derê daxwaza azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bikin.

Nameya Zeyneb Celaliyan wiha ye:

“Ez destpêkê 8’ê Adarê li hemû jinên cîhanê û li hemû mirovahiyê pîroz dikim.

Em îsal jî gihîştin 8’ê Adarê, Newroz û biharê. Di 8’ê Adarê de jinan ji ber bêedaletî û hovîtiyê û ji ber armancên xwe gelek berdêl dane û jiyana xwe ji dest dane, ew êdî beşdarî çalakiyên 8’ê Adarê nabin. Bibîranîna wan îlhamê dide me û ew qet namirin. Gelek kes ji ber bêedaletî û zilmê di zindanan de ne. Ez ji vir 8’ê Adarê li wan pîroz dikim. Em jinên zindanîkirî, em li ku derê bin jî em ê 8’ê Adarê bi rêzdarî hembêz dikin. Em hewl didin cîhaneke wekhev biafirînin da ku her roj wek 8’ê Adarê roja jinan be, ne tenê yek roj. Em rastî dijwarî û zehmetiyan tên, lê belê em ê berdewam bin heta ku serkeftin tê bidestxistin.

JIN BI SERBILINDÎ LI BER XWE DIDIN

Wateyeke taybet a 8’ê Adara îsal heye. 8’ê Adara sala par piştî şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bû û piştî wê gelek êrîş li dijî jinan hatin kirin. Bi gaz û madeyên kîmyayî êrîşî jinan kirin û bi girtin û zindanîkirinê ji wan xwestin ku dest ji daxwazên xwe berdin. Li Rojava ku jinan şerê DAÎŞ’a paşverû dikir, bûn armancên êrîşên taybet ku hêzên navneteweyî jî piştgiriya wan êrîşan dikir. Lê belê hem li Rojhilatê Kurdistanê, hem li Îranê û hem li cîhanê jinan bi vîneke bilind li ber xwe didin û ber bi ronahî û wekheviyê dimeşin. Her wiha hin azadîxwaz hatin bidarvekirin û li hin azadîxwazan jî cezayên zindanîkirinê li wan hatin birîn. Tu yekî ji wan jî qebûl nekir ku li hemberî zilm û çewisandinê teslîmiyetê qebûl bikin. Lewma girîngiyeke taybet a 8’ê Adara îsal heye. Ji ber ku saleke tijî berxwedan e.

RÊBER APO NÛNERÊ AZADIYÊ YE

Rêberê me Abdullah Ocalan afirînerê fikira ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi Komployeke Navneteweyî hate revandin û 25 sal in di zindanê de ye. Ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê me Abdullah Ocalan pêngavek hatiye destpêkirin ku rojane kes, kom û neteweyên cuda piştgiriya wê dikin. Tevî piştgirîkirin û beşdarbûna xwe, daxwaza min ew e ku hemû gelên azadîxwaz û bi taybetî jinên azadîxwaz piştgiriya Rêber Apo bikin û daxwaza azadiya wî bikin. Bêguman Rêber Apo nûnerê azadiyê ye di zindanê de ye. Ev 25 sal in li dijî Tirkiye, nûnerê pergala ku li cîhanê hukim dike, li ber xwe dide. Ew nûnertiya fikir û ramaneke gerdûnî dike. Lewra hêjayî piştgirîkirinê ye. Ev berxwedana Rêber Apo bûye sedema bangewaziya azadiyê ya girtiyên nav zindanan. Hemû azadîxwaz hêjayî wê yekê ne ku bi azadî bijîn. Lewma piştgirîkirina wan helwesteke mirovî ye. Bi hêviya ku em bi hev re 8’ê Adarê pîroz bikin.

Ez dîsan hatina 8’ê Adarê li jinên têkoşer û li hemû gelan pîroz dikim. Wekî ku min berî niha got: Ez ê di jiyana xwe de hewl bidim ku xwîna azadîxwazan neyê rijandin û ez ê têkoşîna xwe bidomînim.

8’ê Adarê li we hemûyan pîroz be! Bijî jinên azad. Jin, Jiyan, Azadî.”