Zextên li ser girtiyên jin zêde dibe

Girtiyên jin ên ku şandin Girtîgeha Kampûsê ya Saziya Înfaza Cezayê ya Tarsûsê dema ku ew şandin leşker û gardiyanan li wan xist.

Diyar bû ku gelek caran cezayê disîplînê û şaneyê dane bi dehan jinên ku di nav wan de Hevaşaredara Akdenîzê Yuksel Mutlu jî hebû.

Girtiyên jin ên li Girtîgeha Tîpa C ya Tarsûsê ya Mêrsînê piştî ku 23’yê Hezîranê Girtîgeha Kampûsê ya Saziya Înfaza Cezayê ya Tarsûsê ya li Taxa Alîfakî qediya birin wir. Diyar bû ku dema ku jin sewkî wir kirine qerdiyan û leşkeran li wan xistiye. Parêzera Hevşaredar Yuksel Mutlu Sabahat Gentarîh got dema ku dema ku girtiyên jin birine xistine.

Gençtarîh got miwekila wê Yuksel gotiye qerdiyan û leşkeran zêdetir li girtiyên jin ên ciwan dane û got ji ber ku pir li wan xistine bedena girtiyan şîn û reş bûye.

Gençtarîh agahiyên ku girtiyên jin dane wiha par ve kir: ‘’Di kampûsê de bi zorê girtiyan didin hijmartin. Bi zorê girtiyan derdixin cihê hewastînê û ji wan dixwazin ku xwe bi hijmêrin. Piştî ku yên di ser temenekî re bi rîngê birin û ji girtîgehê dûr ketin, girtiyên jin ên ciwan bê sedem û pirsê rasî li lêxistina qerdiyan û leşkeran hatine. Niha li girtîgehê ava vexwarinê û elektrîk nîn e. Girtiyan gotin ev sê roj in ava bîrê dikelînin û wiha avê vedixwin.’’