Zext û şîdet li girtiyên jin tê kirin

Eşkere bû ku li Girtîgeha Tîpa T Hejmara 2'an a Osmaniyeyê, gardiyan her roj li 4 girtiyên jin dixin.

Hevşaredara Pasûrê Sadiye Suer Baran a li Girtîgeha Tîpa T Hejmara 2'an a Osmaniyeyê girtî ye, da xuyakirin ku her roj zext û zordarî li wan tê kirin.

Baran bi rêya keça xwe Melek Baran xwe gihand JIN NEWS'ê û diyar kir gardiyanan li wê û 3 girtiyên din dane. Baran got, hevaleke wan hê li hucreyê ye.

Melek Baran diyar kir ku gardiyanan hefteya bihurî avêtine ser qewîşên girtiyên jin û êşkence li wan kirine. Baran serî li Komeleya Mafên Mirovan da û ji her kesî xwest ji bo xwedî li girtiyên jin ên li Osmaniyeyê derkevin. Melek Baran got, "Dibe ku sibe gelekî dereng be."