Zaroka Efgan a ku destdirêjî lê hate kirin, ji aliyê malbata xwe ve hate kuştin

Zaroka Efgan a 16 salî ku li gundê Sirimli yê navçeya Sarayê ya Wanê destdirêjî lê hate kirin, ji aliyê malbata xwe ve hate kuştin. Tecawizkar Yakûp Araci hate girtin.

Drama penaberên Efgan ku ji ber şer neçar man ji welatê xwe koç bikin, dewam dike.

Malbateke Efgan ku meha Tîrmehê ji Îranê derbasî Tirkiyeyê bû, li ser sînor hate rawestandin. Du kesan li maleke vala desta vêtin 2 zarokên keç ên heman malbatê yên 13 û 16 salî.

Tecawizkar Yakûp Araci hate girtin, kesê ku nasnameya wî nediyar jî ji aliyê dadgehê ve hate berdan.

Piştre jî bav, keçên xwe sûcdar kir û zext li wan kir ku întixar bikin. Hate îdîakirin ku keça 16 salî ya ku nekarî xwe li zextên bavê xwe rabigire xwe întixar kiriye. Lê belê delîlên ku eşkere bûn nîşan dan ku jin a ciwan xwe nekuştiye, ji aliyê birayên xwe ve hatiye kuştin.

Li gorî agahiyan ji bersûcan 3 bira hatine girtin, bersûcek jî reviya ye Îranê.

ŞAHIDAN GOTIN, 'HATE KUŞTIN'

Balkêş e ku ev bûyera li ser sînor qewimî ji raya giştî hate veşartin.

Şêniyên gundê Sirimliyê ku şahidî ji kiryaran re kirin, diyar kirin ku piştî destavêtin li zarokan hate kirin, bav û birayên wan zexta xwekuştinê li zarokan kirine.

Şahidan diyar kirin, ji ber ku zarokan întixar nekirin, bav û birayên wan zarok kuştin û gotin, "Bûyera li pêş çavên her kesî hate kirin, lê belê kesî tiştek nekir."