Zana: Ji bo çareseriyê divê berî her tiştî şoreşa hişmendiyê pêk bê
Zana: Ji bo çareseriyê divê berî her tiştî şoreşa hişmendiyê pêk bê
Zana: Ji bo çareseriyê divê berî her tiştî şoreşa hişmendiyê pêk bê
Parlementera Amedê Leyla Zana di Konferansa Rojhilata Navîn a Jinê de axaftin kir û diyar kir ku jinên Kurd û Rojhilata Navîn dê bi ronîkirin û têkoşîna jina Kurd azad bibin. Zana anî ziman ku, heta şoreşa hişmendî pêk neyê dê şoreşa civakî û jinê jî pêk neyê.
1'emîn Konferasa Jinan a Rojhilata Navîn bi tevlêbûna nêzî 250 delegeyan ên welatên Rojhilata Navîn berdewam dike. Di konferansê de delegeyên Rojava ku ji 14 jinan pêk tên ji ber rastî astengiya deriyê Sînor ê Sûriyê hatin tevlî konferansê nebûn. Konfaransa ku bi silogana "Jin Jiyan Azadî" hat lidarxistin bi axaftina siyasetmedara Kurd û parlamentera Amedê Leyla Zana, berdewam kir. Zana destpêkê xêrhatin da jinan û wiha got: "Jinên bi bereketa axa xwe hatin dilê Kurdistanê tev bi xêr û serçavan re hatine. Hatina we kêfxweşî dane me. Pirsgirêka jina Rojhilata Navîn ji pirsgirêkên cîhanê ne cûda ne. Ez bawer dikim ku hemû cihan, heta ku civak gihiştin ronahiyê gelek êş, can, nebaşî, şer, pevçûn, kuştin û a herî bi rûmet jiyana mirovan hat binpêkirin û ji dest dan. Vê cîhana medenî 60-70 berê ji dîroka xwe gelek ders derxistin û pirsgirêkên xwe çareser kirin. Lê xelatên Rojhilata Navîn çîqas hilberînên dewlemend ên ku ronahî li pêşiya mirovahiyê vedikirin di destê wan de bûn jî vê rohaniya xwe winda kirin û civaka xwe di nava tariya xwe de vetisandin. Ev tarî ne qedera wan bû. Çawa şer, birçîbûn û ne qedera bindest û xizanan be, bindestî û tarîbûn jî ne qedera welatên Rojhilata navîne. Kengî desthilatdarî bi çavbirçîbûn nêzî jiyanê bûn, wê demê jin û mêr hatin eciqandin. Ferqa jinê ya li hemberi mêr ew bû ku jinê rihê xwe yê hilberînê û aştiyê winda nekir. Ji ber vê yekê jinan sînorê navbera civak û welatan ji holê rakirin û ev ruhê hilberîner anîn cem hev."
Zana li ser rewşa welatên Rojhilat rawesiya û wiha got: "Filistin nîv dewlet e, Tunus, Cezaîr Misir xwe rizgarkirin û azadin. Em dipirsin çima kurd û jin nihatin hiş û aqilê van miletan. Çawa erebî zimanê şirîn ê ereban, farisî zimanê Iranan, tirkî zimanê tirkan bû, zimanê şirîn kurdî jî zimanê me kurdan bû. Çawa ku 40 milyon Kurd li ser axa xwe bijîn û ne xwedî tu tiştî bin. Zimanê dayikê li malê, li kolanan, li dibistanan qedexe bin û şoreşgerên Rojhilata Navîn qet pirsa vê yekê nekin. Çima nebêjin ev milet ne xwedî ziman, dilistan û dezgeh bin? Çima nabêjin em bi hevre nekevin tevgerê? Şoreşa herî mezn a esasî şoreşa hişmendiyê ye. Heta ku feraset neyê guhertin pirsgirêkên civakê û jinan neyê çareserkirin. Heta ku fikr û raman û gihan bûn yek wê demê dê şoreş pêk bê û pirgsirêk çareser bikin."
MAFÊ HER KESÎ HEYE KU LI SER AXA XWE BIJÎ
Zana xwest her kes bi reng û ruyê xwe li ser warê xwe bijî û wiha berdewam kir: "Ez tundiya Îsraîlê ya li ser Filistinê qet qebûl nakin. Ez li hemberî vê yekê nerîna ereban a "Em dê îsraîlê ji ser vê axê rakim û tune bikin" jî qebûl nakim. Çawa tav, hewa, ax û av ne ayî tu milet û civakan ne û aydî hemû gelan e, mafê her kesî heye ku li ser axê azad bijî.
Yekîtiya jinan dê hemû gelan azad bike. Derfetên ku di destê welatên Rojhilata Navîn de hene, di destê kurdan de tune. Lê li gel vê yekê jinên Kurd li gel derfetên xwe yên tune de ji bo demokratîkbûn û azadiya jina Rojhilata Navîn malovaniyê dike. Em dibêjin ger ku jin azadî û aştiyê dixwazin, berî her tiştî bi hev re aş bibe. Divê berî her tiştî ruhê xwe yên şexsi bikin ruhê neteweyî. Jinên Kurd wekî Sakine, Fidan û Leyla, dê pêşiya gelê Kurd, Rojhilata Navîn û cîhanê ronî bike. Ez Sakine, Fidan û Leyla her tim û der daîm di jiyana xwe de bibîr tînim û li têkoşîna wan xwedî derdikevim. "
Konferansê piştî axafitnên destpêkê bi axaftinên jinên ji welatan hatibûn li ser rewşa welatên xwe û jinên welatên xwe û her wiha li ser xebatên berdewam dike.