Yuksekdag: Em ê bi mîlyonan carî bêjin: NA!

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, ku li Girtîgeha Kandirayê ye, ji bo 8'ê Adarê peyamek şand. Peyama Yuksekdag li civîna Koma Jinan a HDP'ê hat xwendin.

Fîgen Yuksekdag da xuyakirin, ku jin îro li ber zîhniyeta nêrza radibin û got, "Em ê li qadan, li kolanan li hemberî rûyê desthilatdaran bi mîlyonan carî bêjin; NA! Em ê cîhaneke din ava bikin."

Peyama Yuksekdag ji aliyê Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr ve hat xwendin. Peyama Yuksekdag bi vî rengî ye: "Dema em dibêjin; yên ku faşîzmê, dîktatoriyê û feraseta tekparêziyê hilweşînin jin in, em hingî propagandayê nakin. Bingeyeke vê yekê heye. Jin, hêza herî xwezayî ya birêxistinkirina dengê 'NA' ye. Ji xwe em dizanin, jinan hebûna li ser bingeha 'rabûna li ber' parastine. Dema ku em me got 'NA' û em li ber rabûn, hingî me derfetê jiyanê dîtin. Jin çiqasî li ber mêr, hezkirî, patron, dewletê, bi kurtasî li ber helwest û saziyên serdest ên mêr rabûn, çiqasî gotin 'NA', ewqasî azad bûn.

Ya ku em ê îro bikin ew e; vî vîna xwe, yanî vîna berxwedanê, rabûna li ber û avakirina alternatîfa xwe, ku em baş jê fêhm dikin, li nava her kesî belav bikin. Di 8'ê Adara îsal de, em ê vê hêza xwe ya hezaran salî, yanî hêza xwe ya rabûna li ber, li hemû qadan, li kolanan li hemberî rûyê desthilatdaran bi mîlyonan carî biqîrin û bêjin; NA! Em ê cîhaneke din ava bikin!"