Yuksekdag: Çi kesê ku dibêje, ‘aştî’ dewlet deriyê xwe li wan digire

Yuksekdag di rûniştina dozê de got: ‘’Gelê Wanê ez hilbijartim, heqê gelê me yê hilbijartinê hatiye binpêkirin’’

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag ku beriya bi çendekê ji wekîltiyê hatibû danîn bi SEGBÎS’ê tevlî rûniştina dozê bû ku li 2.Dadgeha Cizayê Giran a Îzmîrê dihate dîtin. Yuksekdag ji ber axaftinên xwe yên di panêlekê de ku li Îzmîrê bi mijara ‘’xwerêveberiyê’’ axivî, bi hinceta ku propagandaya rêxistinê kiriye doz lê hatibû vekirin.

Yuksekdag di rûniştinê de got: ‘’Ez wekîla gel im. Gelê Wanê ez hilbijartim. Heqê hilbijartinê yê gelê me hatiye binpêkirin. Mekanîzmaya darazê bi alîgirê nêz nabe. Darza hemû civakê ye. Divê wekhev nêzî hemû welatiyan bibe. Lê di bin bandora siyasetê de ye. Hiqûqnasên ku têkildarî min biryar dane ji lêpirsîna FETO ji peywirê hatine girtin. Biryara wan ne hiqûqî ye.’’

‘HEKE HEWCE BE EZ Ê CANÊ XWE BIDIM’

Yuksekdag got biryara ku daraz wê bide girîng e û got: ‘’Min hemû berdêl anîn ber çav û min siyaset kir. Îro heke ez ne li vir bûma belkî li derve bihatama kuştin. Ji bo min ne girîng e ku ez li vir bim. Çi kesê ku dibêje aştî hemû derî li wan têne girtin. Li Tirkiyê daxwaza têkoşîna ya bi rêyên demokratîk ku aştiyê dixwazin tê tinekirin. Ez hemû berdêlan tînim ser xwe. Heke hewce be ez ê canê xwe bidim. Darazê dikine mekanîzma ku sûc dike û hêviya aştiyê ji destê civakê distînin. Di van darizandinan de hêviya gelê Tirkiyê derketiye holê. Ji bo vê jî di van darizandinan de divê mirov li gorî vê tevbigere.’’

 ‘LI CIZÎRÊ KOMKUJÎ HATE KIRIN’

Yuksekdag got di xwerêveberiyê de gelek daxwazên xwerû hebûn û got: ‘’Bi sedan mirov dev ji taxên xwe bernedan. Ez dixwazim axaftinên min ên li panêlê weke daxwaza gele were fêhmkirin. Daxwazên meşrû yên gel bêyî ku were nîqaşkirin tê fetisandin. Daraz hesabê tiştên ku li Cizîrê bûne napirse. Li Cizîrê komkujî hate kirin. Dernekete holê bê ka kê komkujî kiriye. Di jêrzemînan de bi sedan mirov hatin kuştin. Ew mirov ji ber ku malên xwe neterikandibûn li wir bûn. Em jî hesabê van dipirsin. Malbatên kesên ku hatine kuştin ne ji we lê ji me hesab dixwazin. Ji bo tiştên ku li Cizîrê bûne mixabin wê Neteweyên Yekbûyî wê bicive. Em çima diçine ber deriyê xelkê. Ev li me nayê.’’

JINAN BANG LI YUKSEKDAG KIRIN

Piştî parastinê dadger ji Yuksekdag re got ew dixwaze hikmê cezayê ku ew ê bistîne were vegotin an na. Yuksekdag got, ‘’Ez kirinên xwe weke sûc nabînim. Ez biryarê jî naxwazim. Hazir im ku hemûyan ragirim.’’

Piştî ku şandeyê biryara xwe got yên li salonê destê xwe ji Yuksekdag re hildan û Yuksekdag jî bi beşişînê bi destê xwe bersiv da wan. Jinên ku li salonê bûn bi dengekî bilind gotin, ‘’8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ê Dinyayê pîroz be. Em pir ji te hez dikin. Me slavên gel anîn.’’ Piştî vê şande ji salonê hate derxistin û biryar hate gotin.

Doz bêyî ku hinceteke were nîşandan heta bi 9’ê Gulanê hate taloqkirin.