YPS JIN ji bo bîranîna Zeyneb Kinaci çalakî kirin

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Zîlan a YPS JIN ragihand ku li Mûgla, Stenbol û Denizliyê li dijî faşîstên AKP-MHP’ê çalakî kirine. Yekîneyê got: “Em ê bersiva her êrîşa ku li ser jinê tê kirin bidin.”

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Zîlan a YPS JIN ji bo bîranîna Şehîd Zeyneb Kinaci çalakî kirin.

Yekîneyê di daxuyaniya xwe de got: “Endamên Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Zîlan a YPS-JIN, ji bo bîranîna salvegera Şehîd Zîlan, di çarçvoeya ‘Pêngava Tolhildanê ya li Dijî Mêtinger û Hevkar-Nokeran’ li Mûgla, Senbol û Denizliyê çalakiyên bi bandor kirin."

AVAHÎ Û FABRÎQEYÊN FAŞÎSTAN ŞEWITANDIN

Li ser çalakiyan ev agahî hatin parvekirin:

“22’yê Hezîranê di saetên piştî nîvro saet derdorî 15:00’an li dijî du avahiyên girêdayî kesên faşîst ên AKP-MHPP’ê yên li navçeya Sariyer a Stenbolê çalakiyên sabojatê kirin. Di çalakiya hate kirin de, ziyanek mezgin gihişte herdu avahiyên şexsên faşîst ên AKP-MHP’iyan.

25’ê Hezîranê di saetên şevê de yekîneyên em li dijî fabrîqeya daran a kesekî faşîst ê desteka aborî dide AKP’ê li navçeya Ortaca ya Mûglayê çalakiyek ya sabotajê kirine. Di çalakiyê de depoya fabrîqeya daran a şexsê faşîst şewitî û îmha bû.

21’ê Hezîranê hêzên me li dijî avahiya şexê hevkarê AKP’ê yê bi navê Ahmed Kocaman li Yenî Mihalle ya navçeya Merkezefendî ya Denizlî çalakiyeke ya sabotajê kirine. Di çalakiya sabotajê ku 7 wesayîtên îtfayeyê hatin, avahî bi temamî bêkêr bû.”

‘EM Ê BERSIVA HER ÊRÎŞA LI SER JINÊ BÊ KIRIN BIDIN’

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Zîlan a YPS JIN got: “Jinên Kurd ên berxwedan bi têkoşîîna li dijî faşîzma TC’ê dide ji bo hemû cîhanê bûye çavkaniya hêviyê. Jinên Kurd ên di refên pêş ên şerê hebûnê de cih digirin ji bo faşîzmê bûye tirs û xof. Ji bo vê êrîşî jinên berxwedêr dikin. Herî dawî êrîşî Kobanê kirin û 3 jinên şoreşger qetil kirin. Ti êrîşek bê bersiv namîne. Wê ti êrîşên li ser jinê bê kirin bê bersiv nemîne.

‘TEVLÎ YPS JIN BIBIN’

Li dijî hevkarên ku dixwazin mêtingeriyê li ser lingan bihêlin, em ê li her derê bi şêwazê xuliqkar ê jinê çalakî bikin. Bang li hemû jinan dikin ku, li dijî dewleta bi hişmendiya mêtinger-mêr tevlî YPS JIN bibin, cihê xwe di pêngava tolhildanê ya mezin de bigirin.”