YPS-Jin ji bo 8'ê Adarê peyam weşand

YPS-Jin: Em bang li hemû jinan dikin ku roja 8'ê Adarê li her devera lê ne dakevin qadan û agirê berxwedanê gurr bikin.

Koordînasyona Giştî ya Yekîneyên Parastina Sivîlan a Jinan (YPS-Jin) bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de bal hate kişandin ser girîngiya pêvajoya heyî û hate destnîşankirin ku jin û gelê Kurd neçar in ku di vê demê de yekê ji teslîmiyet û berxwedanê hilbijêrin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku wê li ser xeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşma "Reberê azad, Kurdistana xweser, Tirkiyeya demokratîk" ber bi serketinê ve bimeşin û dibînin ku berxwedana bajaran di vê meşê de xwedî cihekî gelekî girîng e.

Koordînasyona YPS-Jinê da xuyakirin ku desthilatdarî û dewleta AKP'ê dîroka xwe ya ji xwînê ji nû ve dubare kirine û bi operasyona li derveyî mirovahiyê ya li dijî Efrînê re ku dewama komploya navneteweyî ye, sivîlan bi rengekî komî dikuje.

Di daxuyaniyê de hate destnîşanirin ku gelê Kurd û jinên berxwedêr ruhê azadî û berxwedanê di şexsê Şehîd Avesta Xabûr de li Efrînê jî rastiya pêşengên wan ên leheng Zeryan, Zîlan, Rûken, Xoser, Berfîn û gelek lehengên din, careke din nîşanî mirovahiyê dane.

Koordînasyona YPS-Jin diyar kir ku ji her demê bêhtir ew nêzî azadiyê ne û wiha dewam kir: "Biserxistina vê pêvajoyê weke wezîfeyeke bingehîn li pêşiya hêzên YPS-Jinê ye ku li ser şopa şehîdan dimeşin. Bi rastiya gel a ji êgir û bi ewladên vî gelî yên bi ruhê fedayî berê xwe dane şoreşê, Rêbertî dikare bê azadkirin û zincîra qirkirinê were qetandin. Em neçar in ku vê wezîfe û berpirsyariya dîrokê daniye ber me bi awayê herî baş binirxînin û jiyana azad a ku Rêberê me destnîşan kiriye ava bikin û biparêzin."

Koordînasyonê da zanîn ku ev yek jî nîşan dide ku berxwedana derketiye holê, temînata wê yekê yek ku ji bilî serketinê ya di xeta azadiyê de ew ti tiştî qebûl nakin.

Li ser vê bingehê YPS-Jinê bang li hemû jinan û mirovahiya ku azadiyê dixwazin kir ku tevlî pêvajoya berxwedanê ya dema pêş bibin û got, "Agirê pîroz ê berxwedanê ku li Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Şirnex, Silopiya, Wan, Sêrt, Gimgim, Farqîn û gelek cihên din hate gurrkirin, em ê di sala nû de jî nehêlin bitefe û em ê geş bikin. Em ê çirûskên vî agirî bigihînin gelemperiya Kurdistan û Tirkiyeyê."

Koordînasyona Giştî ya YPS-Jinê bi vê wesîleyê bang li hemû jinan kir ku roja 8'ê Adarê li her devera lê ne dakevin qadan û agirê berxwedanê gurr bikin. Di dawiya daxuyaniyê de bi wesîleya salvegera damezrandina YPS-Jinê, 8'ê Adarê li hemû jinên cîhanê hate pîrozkirin.