YPJ: Em ama de ne ku gelê xwe yê Êzîdî yê Şengalê biparêzin

YPJ'ê li dijî êrîşa PDK'ê ya bi ser Şengalê, Kurdên Êzîdî de helwest nîşan da û got, ev komploya PDK û Erdogan e û wiha domand, ''Em amade ne ku gelê xwe yê Êzîdî yê li Şengalê ji van êrîşan biparêzin''.

Berdevkiya YPJ'ê bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşa bi ser Xanesorê, bi ser hêzên YBŞ'ê de ya bi destê PDK'ê û çeteyan wan ku 2-3'yê Adarê pêk anîn,  şermezar kir.
YPJ êrîş weke komploya PDK û Erdogan nirxand û wiha got:

''Di komkujiya Şengalê de ku 3'yê Tebaxa 2014'an pêk hat gelek êş hatin jiyîn. Heta niha jî gelê Êzîdî û em hemû Kurd êşa vê komkujiyê dijîn. Em qebûl nakin ku careke dî ev êş dubare bibin. Ên ku vê nêzîkatiyê bi pêş dixin demildest divê bi paş ve gav bavêjin.''

 WEKE 2014'AN EM AMADE NE KU ŞENGALÊ BIPARÊZIN

YPJ'ê di daxuyaniya xwe de got, weke ku hin saziyên çapemeniyê dibêjin ev êrîş tenê ji hêlan hin kesan ve yan jî hin komên ku ji wan re ''Pêşmergeyên Roj'' têne gotin, pêk nayê û wiha pê de çû: ''Ev êrîş parçeyeke ji komploya plankarî û hesabkirî ne. Ev ji bo berjewendiyên siyasî yên dewleta Tirk û PDK'ê ve li dijî gelê Kurd komployek e. Ji bo vê jî çawa ku 2014'an em weke YPJ'ê çûne wir û me gelê xwe parast, em dîsa amade ne ku vê peywira xwe bi cih bînin.

EV KOMPLOYEKE LI DIJÎ ROJAVA YE

Ev komplo di heman demê de komployeke li dijî Rojava ye. Şengal û Rojaa cîran in. Bi vê komployê re tê armanckirin ku ziyanê bidin gelên Şengal û Rojava lê em ê qet destûra vê nedin. Di vê mijarê de çi dikeve ser me em ê pêk bînin.''

BANGA LI GELÊ KURD

YPJ'ê dawiyê bang li gelê Kurd kir û wiha got:

''Hemû Kurd li dijî vê komployê divê bihistyar bin. Îro komploya li ser gelê me yê Êzîdî yên Şengalê komplo û êrîşa li ser hemû Kurdan e. Li kûderê dibin bila bibin, hemû Kurd divê li cem wan ên ku ji bo siberoja azad têdikoşin cihê xwe bigirin, li dijî van ên ku li ser xwîna gelê Kurd û jiyana wan bazarê dikin bibin xwedî helwest.''