YPJ’ê şervana xwe Berfîn bibîr anî

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku şervana YPJ’ê Berfîn Rizgar (Cîhan Misto) 18’ê Mijdarê di êrîşeke çeteyên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûye.

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê nasnameya şervana YPJ’ê Berfîn Rizgar ku 18’ê Mijdarê di encama êrîşeke çeteyên dewleta Tirk de li Eyn Îsa şehîd bûye eşkere kir.

Daxuyaniya Fermandariyê wiha ye:

“Em hevrêya xwe Berfîn Rizgar bi rêzdarî bibîr tînin û sersaxiyê ji malbata wê ya hêja û welatparêz re dixwazin. Em careke din soza rakirina tola wê û ya tevahî hevrêyên xwe yên şehîd nû dikin.

Hevrêya me Berfîn bi navê Cîhan Misto ku di kêliyên herî dijwar ên şerê Kobanê de beşdarî nava refên YPJ’ê bû di roja 18’ê Mijdarê de li eniya Ebû Sira ya bi ser bajarê Eyn Îsa de di encama toprana çeteyên dewleta Tirk a dagirker de tevlê karwanên şehîdan bû.

Hevrêya me Berfîn ku bi xwe ji bajarê Kobanê ye di nava malbateke welatparêz û fedekar de mezin dibe. Di sala 2014’an de jî dema ku çeteyên DAÎŞ’ê berê xwe dide warê berxwedanê Kobanê ew û birayê xwe tevlê nava refên YPJ-YPG’ê dibin. Hevrêya me Berfîn kêliyên destpêkê yên jiyana YPJ’ê di nava şerê giran de nas dike û di demeke kin de dibe xwedî ezmûn û danehevên mezin. Ew bi destê xwe bi sedan hevrêyên xwe yên şehîd û birayê xwe Rizgar ku ew jî li wir şehîd dikeve oxir dike û soza tolhildana wan dide.

Hevrêya me Berfîn bi hêrs û kîneke mezin enî bi enî pêşde çû û tevî hevrêyên xwe hêza DAÎŞ’ê li bajarê Kobanê şikandin. Bi vî rengî Berfîn soza hevrêyên xwe yên şehîd bi cih anî û Kobanê ji destê çeteyên hov rizgar bû.

Hevrê Berfîn ku di nava şert û mercên wiha zor û watedar de pijiya û bû xwedî ezmûneke mezin erka fermandariyê hilda ser milê xwe û bi sedan keçên ciwan bi xwe perwerde kir, ew bi felsefeya jiyana azad da naskirin. Hevrê Berfîn hem di jiyana xwe de, hem di fermandariya xwe de bi disiplîn, baldarî û bi berpirsyariyeke mezin tevdigeriya. Her wiha lêhûrbûnên xwe li ser şêwaz û taktîkê şerkirin û parastinê pir xurt bû. Kîjan enî divê çawa bê parastin, pir baş ser dihizirî û li gorê wê tevdigeriya.

Çawa ku hevrêya me Berfîn li Kobanê şahidî ji şikandina hêza DAÎŞ’ê re kir, li bajarê Dêra Zorê jî şahidî ji têkçûna xîlafetê re kir. Hevrê Berfîn tevî bi sedan şervanên YPJ’ê bi lehengiyeke mezin şerkirin, li berxwe dan û mizgîniya serkeftinê dan hemû cîhanê. Mizgînî dan jinên Êzîdî ku tola wan hate girtin û bi destê xwe bi dehan jinên Êzîdî ji destê çeteyên DAİŞ’ê rizgarkirin.

Hevrê Berfîn çawa ku li Kobanê û li Dêra Zorê di eniyên herî pêş ên cengê de bû, herî dawî di eniya Ebû Sira ya bi ser bajarê Eyn Îsa de jî di çeperên herî pêşde parastina welatê xwe û gelê xwe dikir û dema ser erka xwe bû tevlê karwanên şehîdan bû.

Çawa ku Hevrê Berfîn bi ruhê tolhildanê di êrîşên giran ên Kobanê de biryardariya milîtaniya demê nîşan da, şer kir û mizgîniya azadiyê da hemû jinan, pêwîste hemû ciwanên Rojavayê Kurdistan û Bakur-Rojhilatê Sûrî di vê pêvajoyê de bi berpirsyarî tevbigerin û li hemberî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê beşdarî nava refên parastinê bibin.

Em Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) em careke din sersaxiyê ji malbata şehîd Berfîn ku îro bû malbata me hemiyan dixwazin û em soz didin tevahî malbatên me yên şehîdan ku em tola şehîdên xwe rakin. Em ê bi ruhê hevrêya xwe Berfîn xwedî li erkên demê derkevin û dilsoziya xwe ya bi hevrêyên xwe yên şehîd re raber bikin. Em jî dibêjin ‘Dem Dema Azadiyê ye’, pêwîste em hemû ji bo vê demê seferber bibin û welatê xwe, zimanê xwe û pergala xwe ya netewa demokratîk bi rengek xurtir avabikin û biparêzin.”