YPJ'ê du dewreyên şervanên nû bi dawî kir

Akademiya Şehîd Bêrîvan 2 dewreyên nû ku ji şervanên Kurd û Ereb pêk dihat bi merasîmeke leşkerî bi dawî kir.

Dewreyên şervanên nû yên bi navê Şehîd Amara û Şehîd Barîn, ku ji şervanên Kud û Ereb pêk dihat, piştî perwerdeya ji 45 rojan bi merasîmeke leşkerî bi dawî bû û şervanan sond xwarin.

Ji fermandarên YPJ'ê Rûken Efrîn beşdarî merasîmê bû û ji şervanan re axivî. Efrîn got, "Em herdu dewreyan li Rêber APO, şehîdan û hevalên ku di greva birçîbunê de ne pîroz dikin û ji hemû hevalan re serketinê dixwazin."

Fermandar Efrîn diyar kir, piştî bidawîkirina hebûna leşkerî ya DAÎŞ'ê wê ji niha û pê ve ji bo tinekirina hişmendiya DAÎŞ'ê tevbigerin.

Rûken Efrîn bal kişand ser grevên birçîbunê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê û got, "Îrade û berxwedana Leyla Guven ji bo me bû ji bo me bû sembola îradeyê û em jî ji îro û şûn ve li ser vê esasî tev bigerin."

Efrîn bal kişand ser girîngiya pêkhatina herdu dewreyan di vê pêvajoya girîng de û got, "Ji bo ku em bikaribin rexnedayînek rast li beramberî van çalakiyan û vê tecrîdê bi navê jinê bidin, divê em hîn bêhtir xwe azad bikin û pergala desthilatdar a heyî ji holê rakin. Ev jî bi rastiya xwe perwerdekirinê û bi gihiştina rastiya xwe wê pêk were. Li ser vî esasî em ji hevalan hemûyan re serketinê dixwazin."

Merasîm piştî axaftina fermandara YPJ'ê Rûken Efrîn bi qîrîna dirûşma "Bijî Serok Apo, bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.

Şervanên ku cihê xwe di dewreyan de girtin, hestên xwe anîn ziman. Şervana YPJ'ê Şêrîn Rustem got: "Me perwerdeya siyasî, birdozî û leşkerî dît, min gelek hevalên ku ji pêkhateyê cude nas kir û me bi kêfxweşî perwerdeya xwe bi dawî kir. Heta ku ji me were em ê bi rêk û pêk tevlî bibin û heya dawî li ser fikirê Rêber APO bimeşin, tola hevalê şehîd rakin û li ber dijminê hov bisekinin."

Şervana YPJ'ê Hebûn Minbic jî fikir û hestên xwe wiha anî ziman: "Ji bo azadiya Rêber APO û jinan gelek hevalên me yên hêja li şehîd bûn. Vê yekê bandoreke mezin li min kir û ez tevlî nava refên YPJ'ê bûm. Li vir min gelek heval nas kirin û ruhê hevaltiyê dît. Min ji perwerdeyê gelek encam girt ji ber armanca me mezin e, ez ê heya dawî li ser fikir û felsefeya Rêber APO bimeşim."

Şervana YPJ'ê, Arîn Amûdê jî axivî û got: "Ez tevlî nava refên YPJ'ê bûm, ji ber armanca min e ku ez bikaribim her jinekê pêwîstiya wê bi azadkirinê heye rizgar bikim û Rêber APO, di aliyê fîzîkî de azad bikim. Ez dema tevlî nava refên YPJ'ê bûm min nas kir ku rêya azadkirina jinê bi felsefeya Rêber APO dibe."

Merasîm bi gerandina govenda şervanan bi dawî bû.