YPJ’ê bîlançoya şerê 2018’an eşkere kir

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bîlançoya şerê sala 2018’an a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eşkere kir.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya şerê sala 2018’an a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eşkere kir.

YPJ’ê got; “Em  Yekîneyên Parastinê yên Jin sala 2018'an bi her awayî erka parastina tevahî jinan û gelê xwe bicih anî.

Hêzên me, di Berxwedana Serdemê de bi vîneke ji polayê, wêrekî û  baweriyek mezin bersiva êrîşên dewleta Tirk a dagirker dan. Ev sekna berxwedêr a şervanên me, biryaradariya me ya serkeftinê diyar kir.

Şervanên me her wiha bi awayekî çalak cihê xwe di nava pêngava Bagera Cizîrê û hemû şerê li dijî DAÎŞ û hêzên dagirker de girtin.”

Bîlançoya şer û berxwedana sala 2018’an wiha ye;

-Li Efrînê di şerê 58 rojan de 900 caran şer qewimî.

-Hezar û 42 êrîşên hewayî ji aliyê hêzên dagirker ve pêk hatin.

-Di şer de 2 hezar û 422 leşker û çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin.

-Di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de jî 147 çalakî hatin lidarxistin.

-Di van çalakiyan de 350 çete û leşkerên dewleta Tirk hatin kuştin.

-Şervanên YPJ'ê di Pêngava Bagera Cizîrê, bi roleke pêşeng rabûn.

-Di qonaxên cûda ên pêngavê de 4214 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.

-Di pêngavê de bi dehan navçe û bi sedan gund ji dagirkeriya DAIŞ'ê hatin rizgarkirin.

-Bi deh hezaran sivil ji destê çeteyan hatin xelaskirin.

-Sala 2018'an di şer û berxwedana parastina rûmetê de 149 şervanên YPJ'ê şehîd bûn.

Fermandariya YPJ’ê ragihand ku di sala 2018’an de bi sedan jin beşdarî nava refên YPJ’ê bûne.