YPJ: Dem dema tolhildanê ye

Fermandariya Giştî ya YPJ'ê bi daxuyaniyeke niviskî komkujiya ku çeteyên Tirk 25'ê Hezîrana 2015'an li Kobanê kiribû bi bîr anî û diyar kir kir li dijî hemû êrîşan ew ê bi pêşengiya jinê Şoreşa Rojava biparêzin.

YPJ'ê komkujiya 25'ê Hezîranê ya Kobanê bi bîr anî
Fermandariya Giştî ya YPJ'ê bi daxuyaniyeke niviskî komkujiya ku çeteyên Tirk 25'ê Hezîrana 2015'an li Kobanê kiribû bi bîr anî û diyar kir kir li dijî hemû êrîşan ew ê bi pêşengiya jinê Şoreşa Rojava biparêzin.

Fermandariya Giştî ya YPJ'ê komkujiya 25'ê Hezîrana 2015'an ku çeteyên Tirk kincên YPJ'ê-YPG'ê li xwe kiribûn û li Kobanê pêk anîbûn bi bîr anî. Fermandariyê got li dijî her cure êrîşên ew ê Şoreşa Rojava biparêzin.

Fermandariya Giştî ya YPJ'ê di daxuyaniyê de got: 

''Dewleta Tirk a dagirker destkeftiyên şoreşa Rojava yên ku bi pêşengiya jinê pêş ketine ti carî hezim nekiriye û di her êrîşa xwe de bi taybetî jin kiriye hedef. Bi vê mebestê bê ku bêje ev şervan e, ev sivîl e li Rojava û bakur-rojhilatê Sûrî gelek komkujî pêk anîn. Komkujiya Kobanê ya 25 Hezîrana 2015’an jî yek ji van komkujiyên herî bêbext e. Di vê roja reş de bi dehan çeteyên dewleta Tirk a dagirker cilên YPJ-YPG’ê li xwe kirin, ketin nava dilê Kobanê de û komkujiyeke wiha xedar pêk anîn. Li hemberî vê komkujiya giran rêhevalên me Mîtra, Rojava û Sorxwîn heya guleya xwe ya dawî şer kirin û bi qehremanî tevlê nava karwanên şehîdan bûn. ''

YPJ'ê di daxuyaniya xwe de bal kişande ser hêrişa dawî ya Tirk a li ser gundê Hêlîncê ya Kobanê ku beriya salvegera komkujiya Kobanê bi 2 rojan, 23'yê Hezîranê pêk hat, ku di encama hêrîşa Tirk de 3 jinên Kurd şehîd bûn. 

YPJ'ê got, ''Di kêliya ku 2 roj ji salvegera komkujiya Kobanê ya 25 Hezîrana 2015’an re mabû, di 23 Hezîrana vê salê de careke din di bajarê Kobanê de bi taybet jinên pêşeng bi awayek xedar hatin hedef girtin. Artêşa Tirk a dagirker ya ku li her çar parçeyên Kurdistanê êrîşeke berfireh daye destpê kirin, rastî bersiveke tund tê. Ji ber wê bi armanca veşartina vê binkeftina xwe ya li hemberî tevgera azadiyê careke din êrîşê Rojava kir. Di vê êrîşê de Kordînasyona Kongra Star a herêma Firatê Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl û yadê Emîne bûn hedef. Di şexsê van hersê jinên tekoşînvan de careke din xwestin vîna gelê azadbûyî bişkînin.''

Fermandariya Giştî ya YPJ'ê derheqê êrîşa komkujiya  Tirk herî dawî ev peyam da:

''Dewleta Tirk a dagirker ji destkeftiyên giranbiha yên ku bi xwîna hezarê şehîdan hatiye avakirin ditirse, ji ber ku ew jî baş dizane ku şoreşa Rojava dibe bingehê şoreşa tevahî Kurdistanê û dibe bingehê şoreşa mirovahiyê. Ji wê ye ku bi awayek hovane, bi teknîka xwe ya herî giran êrîş bire ser Efrîn, Serêkaniyê û Til Ebyad. Ev jî nîşaneya lewazbûna dewleta Tirk bi xwe ye. Bi mayînde kirina hebûna xwe ya di Kurdistanê de xeyalê firehkirina sînorên xwe ava dike. Lê ew jî baş dizane ku heya tekoşîna azadiyê hebe, heya jinên şoreşger yên têkoşêr hebin wê ev xeyalên wan ti carî pêk neyên. Em fermandarî û şervanên YPJ’ê em careke din soz didin hemû jinan û gelê xwe ku emê di şopa şehîdên xwe de ti êrîşê bê bersiv nehêlin. Û em ji tevahî gelê xwe re dibêjin dem dema tolhildanê ye. Careke din em tevahî şehîdên xwe yên şoreşê bi minet û rêzdarî bibîrtînin û soza mayînde kirina şoreşê didin tevahî mirovahiyê.''