YPJ: Îradeya me ji hemû çekan xurtir e

Fermandariya YPJ'ê destnîşan kir ku wê bi hezkirin û baweriyeke mezin heta dilopa dawî ya xwîna xwe li dijî êrîşên dagirkeriyê li ber xwe bidin û diyar kir, YPJ bi hêz û daxwaza xwe ya têkoşînê, ziravê hêzên dagirker diqetînin.

Fermandariya YPJ'ê li ser Berxwedana Serdemê ku jin bi berxwedan û fedakariya xwe pêşengiyê jê re dikin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî bi gotina "Di dîroka her gelekî de nirx hene ku xwe lê digirin. Di dîroka gelê me de jî berxwedan hene ku bi tîpên êrîn hatine nivîsandin" û wiha dewam kir:

"Berxwedana serdemê kete roja xwe ya 44'an. Bê guman Berxwedana Serdemê mîrasa Kobanê ye û îro ev li Çiyayê Kurmênc tê meşandin. Rastiya jiyana bedew ku bi dehan keç, xort ji bo axa xwe jiyana xwe dikin mertal heta nefesa xwe ya dawiyê li hemberî hemû hovîtiya çeteyên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê DAÎŞ, El-Nusra û El-Qayîde li ber xwe didin. Rojane li herêma Efrînê êrîşên hovane têne kirin. Di wan êrîşan de qirkirina gelekî tê armanckirin. Dewleta Tirk a dagirker dixwaze seferên Osmaniyan bide domandin. Weke bav û kalên xwe li pey talankirinê ne. Îro li Efrînê tişta ku pir zelal tê dîtin ev e.

Bi ruhê Arîn Mîrkan û Avesta Xabûr Berxwedana Serdemê didome. Li Efrînê bi ruhê berxwedêr jina Kurd dîrokê dinivîse. YPJ′ê ziravê dagirkeran diqetîne û di heman demê de di dilê dagirkeran de  bûye xofa herî mezin.

Li Efrînê Çiyayê Kurmênc bûye berdewamiya destana  Miştenûr. Çawa Arîn Mîrkan çete tune kirin û di hemû dilên ku ji bona azadiyê lê didin bû hêvî, bi heman fikir û ramanê Avesta Xabûr bi wêrekiyekî herî mezin êrîşa Artêşa Tirk a dagirker têk bir û bi berxwedaniya xwe xemla Çiyayê Kurmênc bedewtir kir.

Ev 44 roj in dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi balafir, tank, obus, katuşa, hawan û bi hemû cûreyên teknîkê pêşketî êrîşî xaka Efrînê dikin. Tevî hemû hovîtiya tê kirin, şervanên YPJ/YPG′ê bi lehengiyekî dîrokî li ber xwe didin. Heta vê  kêliyê teknîka ku li dijî Efrînê tê meşandin li ser kîjan dewletê hatiba meşandin, wê nikaribûna 42 saetan li ber xwe bida.

Di berxwedaniya ku tê meşandin de jî tê dîtin ku vîna me û vîna gelê me ji hemû cûreyên teknîkê pêşketîtir e. Bi sekna xwe ya li Efrînê me careke din ev nîşanî tevahî cîhan û mirovahiyê da. Bê guman heta ku yek ji me hebe em ê rê nedine dewleta Tirk a dagirker û çeteyên  wê.

Li  hemberî êrîşên hovane yên bi armanca dagirkirina xaka me, bi bawerî, hezkirin û têkoşînê wê hemû planên qirêj ên hêzên hegemon vala bêne derxistin. Her kesê ku li ser Efrînê hesabên qirêj dikin bila bizanin ku li Efrînê şervanên azadiyê şopdarên  Arîn, Gelhat, Rêvan, Peyman, Destîna, Avesta û Barînan in û rê nedin ku ev hesabên gemar bi cih werin.

Wek Fermandariya  YPJ′ê, em gelê xwe yê ji Şengal, Cizîr, Kobanê, Raqa, Tapqa, Dêrazor, Heleb, şandeya jinên kurdistanî ku ji Başûrê Kurdistanê hatine silav dikin. Her wiha jinên berxwedêr, jinên Efrînê ku bi rojanin li kêleka şervanên xwe sekinîne ji dil û can silav dikin. Em dibêjin ku weke YPJ′ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî em ê tekoşîna azadiyê bênavber bidomînin.

Cîhana ku em tê dene bê edalet e, her kes êrîşên li ser Efrînê dibîne lê belê her kesî çav, guh, zimanê xwe girtiye. Ev jî dide nişandan ku di cihanê de edeleta li ser pelên spî, ne raste. Ger rastî bûna wê ewqasî zarok, jin nehatibana qetilkirin.Em ji hêza xwe a cewherî bawerin em ê tu car pişta xwe nedin tu kesî û tu hêzan. Bendewariyên me ji tu kesî nînin û wê nebin. Bila her kes bizanibe ku li Efrînê qirkirina gel heye. Kesên ku yan jî hêzên ku ji xwe re dibêjin parêzvanên mirovan bila erkê xwe bi cîh bînin.

Wek Fermandariya YPJ′ê em dibêjin heta em xeyalên şehîdên xwe ên qehreman bi cîh bînin, em ê têbikoşin. Ala şehîdên xwe gihandina ezmanan erka me ya sereke ye. Ji bo parastina nirxên mirovahiyê û gelê xwe çi pêwist bike em ê bikin.

Di dawiyê de em dibêjin serketin a gelê azadîxwaz e û wê Berxwedana Serdemê tevahî mirovahiyê rizgar bike."