Youtûbe hesabê fermî yê YPG da rawestandin

Malpera Amerîkayê ya belavkirina dîmenan Youtûbe, di 23’ê Tebaxê de hesabê fermî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi îddîaya ku rêgezên malperê bin pê dike da sekinandin.

Malpera Amerîkayê ya belavkirina dîmenan Youtûbe, di 23’ê Tebaxê de hesabê fermî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi îddîaya ku rêgezên malperê binpê dike, da sekinandin. Têkildarî vê astengkirinê, YPG’ê li ser malpera xwe daxuyaniyek weşand. Daxuyaniya YPG’ê wisa ye:

“Malperê sedemeke taybet ji bo ‘binpêkirina’ rêgezên xwe nedaye, tenê bi rêya peyamekê dibêje ku ‘hesab hatiye rawestandin.’

Ew kiryar û êrîş li ser axaftina azad e û di heman demê de YPG û têkoşîna wê ji bo demokrasî li Rojava û bakurê Sûriyê hedef digire. Bi vê yekê zirar digihîje şerê YPG yê li dijî DAIŞ’ê yê li Reqayê û li ser torên civakî.

Ragihandina YPG çi dîmenekî ji tundiyê belav nekiriye, belkî giranî dide li ser rizgarkirina sivîlan û têkoşîna şervanên xwe yên YPG, YPJ û QSD’ê.

Lê di heman demê de Youtûbe dihêle ku çeteyên DAIŞ’ê di belavkirina wehşet û propagandaya xwe li ser wê malperê berdewam bin. Zordariya ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê jî wekû yên DAIŞ’ê bi awayekî azad li ser Youtûbeyê tên dîtin.

Navenda Ragihandina YPG’ê di vê baweriyê de ye ku ev êrîş, biryareke siyasî ye û beşeke ji hewldanên hinek aliyên xuyayî ku dixwazin serkeftinên YPG li hember faşîzm û komên paşverû sînordar bikin.

YPG, bi şerê xwe yê dirêj li hember terorê, ji bo azadî û parastina hemû însanên dinyayê têdikoşe. Astengkirina rûpela me êrîşeke rasterast a li ser têkoşînê ye.”