YJK-S kongreya xwe ya 7'emîn lidar xist

Li Swêdê Yekitiya Jinên Kurd li Skandînavya (YJK-S) kongreya xwe ya 7'emîn ya asayî bi beşdariya gelek delegeyên ji welatên Skandînavya (Norwêc, Danîmarka, Swêd û Fînlandiya) pêk anî.

Yekîtiya Jinên Kurd li Skandînavyayê (YJK-S) kongreya xwe ya 7'emîn li Swêdê bi tevlîbûna gelek jinên ji Norwêc , Danîmarka, Swêd û Fînlandiya lidar xist.

Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdên şoreşê, dîwan hate hilbijartin. Piştre jî Hevseroka Navenda Civaka demokratîk a Kurd (NCDK-S) Nadya Salih axivî. 

Salih gerîlayên li serê çiyan li ber dagirkeriyê li ber xwe didin silav kir. Salih anî ziman ku ew di rewşek ne asayî de kongreya xwe li dar dixe û got: “Em îro ne tenê li dijî dijmin şer dikin, her wiha li dijî xiyanetê jî têkoşînê dikin. Divê cîhan tev zanibe ne bi xiyanetê be wê dewleta Tirk nikare biçe çiyayên Kurdistanê, zilm û zordariyê li Kurdan bike.”

Piştre jî Hevseroka Federasyona Elewiyên li Ewropayê Nevîn Kerîm Agaoglû jî peyamek da û piştgirî da jinên Kurd û gelê Kurd. 

Endama Komîsyona Jinan a KNK’ê Emîne Rad jî li ser navê KNK’ê peyamek pêşkêş kir û got: “Yekane hêzên li dijî dagirkeriya Tirk şer û têkoşînê dikin gerîlan e. Em wan silav dikin. Îro ji her demê zêdetir pêwîstî bi yekîtî û yekrêziyê heye. Ez jinek Kurd bang li PDK’ê dikim dev ji xeta xiyanetê berde. Ji bo Kurdan şermek mezin e Tirkiye dibêje; ‘Em bi hevkariya Kurdan êrîş dikin’.”

Di dewama kongreyê de sînevîszyonek hate nîşandan, piştre jî rapora salê ya kar û xebatê hate xwendin.

Di dawiyê de Şukran, Ayşe û Rûken ji bo berdevkiya kongreya YJK-S hatin hilbijartin. 

Ji bo Hevserokatiya NCDK-Skandînavyayê jî Nadiya Salih dubare hate hilbijartin. 

Piştî sondxwarinê kongre bi dirûşmên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.