NÛ BÛ

YJK-S: Em ji bihara guhertin û veguherîna demokratîk re amade ne!

Yekîtiya Jinên Kurd ên li Swîsreyê (YJK-S) destnîşan kir ku bi hişmendiya xwebûnê roja afirandin û têkoşînê ye û got, “Em ji bihara guhertin û veguherîna demokratîk re amade ne.”

Dema 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê nêz dibe Yekîtiya Jinên Kurd ên li Swîsreyê (YJK-S) ku rêxistina sîwanî ya jinên Kurd ên li Swîsreyê ye, amadekariyên 8’ê Adarê temam kir.

Di daxuyaniya li ser navê YJK-S’ê de wiha hate gotin; “8’ê Adarê îsal wê bibe serdema ku jin mohra xwe li sedsalê bixin û torên xwe yên têkoşîn û rêxistinbûnê ava bikin.”

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Em di wê îdiayê de ne ku ji cihî û komunê destpê bikin û têkoşîna xwe ya Xwebûnê bikin karekterê sereke ya civaka azad. Hêza Rêber Apo ya xwendin û analîzkirina serdemê, ji bo gelan mizginiyekî zayinê dide. Em jin dibînin ku li gel hêza bedewkirina demokrasî û azadiyê, pêwîstiya pêvajoya têkoşînê ya xurt çêbûye. Em pir baş dizanin ku zayîn bêyî êş çênabin. Derbaskirina zayend û civaka tengezar û qetandina cilê dînan ku kirine ber me, kêlî bi kêlî bi ruhê têkoşînê ya ku em pêş bixin re girêdayî ye. Em vê 8’ê Adarê wekî jinên li Swîsreyê dijîn, ji bihara guhertin û veguherîna demokratîk re amade ne! 8’ê Adara îsal roja têkoşîn û afirandinê ya bi hişmendiya xwebûnê ye! Bijî 8’ê Adarê, Jin, Jiyan, Azadî!”

Bi wesîleya 8’ê Adarê wê li Swîsreyê meş, mitîng, panel, semîner, pêşandina film û atolyeyên perwerdehiyê bên lidarxistin.

Bernameya 8'ê Adarê bi vî rengî ye:

Di 2’yê Adarê de li Winterthurê li ser têgîna “Cinsiyeta civakî” panel bê li darxistin.
Di 3’yê Adarê de li bajarê Bielê wê fîlma "Jiyan" bê pêşandan.
Di 5’ê Adarê de li Luzernê li ser têgîna “Cinsiyeta civakî” panel bê li darxistin.
Di 7’ê Adarê de li Bernê wê panela "Jineolojî" bê lidarxistin û gundê Jinwarê bê nasandin.
Di 8’ê Adarê de li Cenevreyê panela dîroka "Berxwedana jinên Kurd" bê lidarxistin.
Di 9’ê Adarê de li Aarauyê panela "Jin û siyaset" bê lidarxistin.
Di 14’ê Adarê de li St Gallenê panela “Dîroka jinên Kurd” bê lidarxistin.

Di 8'ê Adarê de bajarên ku meş bên lidarxistin ev in:

ZURÎH

Saet di 13.30'an de li Paradeplatz ê Zurîhê meşa navendî bê lidarxistin.

BASEL

Saet di 17.00’an li Marktplatz ê Baselê meş bê lidaxistin.

LUZERN

Saet di 15.30’an de li Seebruck ê Luzernê meş bê lidarxistin.

BERN

Saet di 14.00’an de li Schutzenmatte yê Bernê meş bê lidarxistin.