YJK-S'ê 7‘emîn kongreya xwe ya awarte li dar xist

YJK-S ku sîwanê saziyên jinên Kurd ên li Swîsreyê ye, 7‘emîn kongreya xwe ya awarte li bajarê Baselê li dar xist.

Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) ku sîwanê saziyên jinên Kurd ên li Swîsreyê ye, 7‘emîn kongreya xwe ya awarte li bajarê Baselê li dar xist. Kongre bi şîara “Li ber xwe bide, birêxistin bike û azad bijî“ li salona konferansê ya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Baselê (CDK) hate lidarxistin. Bi dehan endamên YJK-S’ê, 6 meclîs, 3 komun û 3 înîsiyatîfên li seranserê Swîsreyê çalakiyên xwe didomînin, beşdarî kongreyê bûn. Di kongreya ku nûnerên saziyên jinan ên Swîsreyî û koçberan jî beşdar bûn de malbatên Berjîn Zenda, Ronahî, Bêrîvan û Hevrîn Xelef ên di têkoşîna azadiyê de şehîd bûne jî amade bûn. Di salona kongreyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên TJK-E û wêneyên Sara, Rojbîn, Ronahî, Şîlan Kobanê û Garîbe Gezerê hatin hilawistin.

7‘emîn Kongreya YJK-S’ê diyarî gerîlayên bi navê Gulîstan Habeş (Zîlan Rustem), Fatma Tetîk (Mizgîn Botan) û Ekber Abdullah Omer (Rojgirav Laşer) ên ku di 18’ê Nîsana 2022’an de li Zapê li dijî êrîşa dagirkeriyê ya li Zapê şehîd bûne, hate kirin.

Di kongreyê de ji bo giyanê şehîdên jin û tevahiya şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê deqîqeyek rêz hate girtin.

Li ser navê YJK-S'ê Seda Can axaftina vekirinê kir û got: "Jin dikarin êrîşên dagirkirinê yên demên dawî yên bi destê PDK’ê û dewleta Tirk a dagirker de pêşdikevin rawestînin. Ev êrîş, parçeyek ji planên ku hewl dide hemû destkeftiyên Kurdan ji holê rake. Erka me jinan ew e ku em hêza xwe li berxwedana Tevgera Azadiyê zêde bikin û tevkariyê li serkeftina vê berxwedanê bikin. Divê em li her qadan dengê xwe bilind bikin.”

Şaxên jinan ên Partiya Sosyalîst û Partiya BastA û Yekîtiya Jinên Şoreşger ên Swîsreyê ji bo hevpariya têkoşînê şandin kongreyê û peyamên pîrozbahiyê hatin xwendin.

Piştî nirxandina pêvajoya siyasî, rapora salê hate xwendin û ji bo koordînasyona rêveberiya YJK-S’ê 13 kes hatin hilbijartin.

Kongre bi dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.