YJK-S: Bila qirkirina jinan weke sûcê mirovî bê nasîn

YJK-S'ê têkilî Roja Têkoşîn Dijî Tundiya Jinê daxuyaniyeke niviskî da û got, ''Em dixwazin qirkirina jinan bi asta navnetewî weke sûcê dijî mirovî were nasîn.''

Tevgera Jinan a Kurd a Swîsreyê (YJK-E) têkilî Roja Têkoşîna Dijî Tundiya Jinê ya 25'ê Mijdarê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate gotin li Swîsreyê tundiya li ser jinê zêde bûye, 2019'an tundî li ser 19669 jinan bûye, 29 jin hatine kuştin, 116 jin birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Em YJK-S bang li Neteweyên Yekbûyî ya Navenda Cinêvê dkin ku qirkirina jinan bi asta navnetewî bi fermî weke sûcê dijî mirovahiyê were qebûlkirin'' û diyar kir ew destekê didin kampanyaya ''ji bo darizandina dîktator 100 sedem'' a Tevgera Jina Kurd a Ewropayê (TJK-E) ku 25'ê Mijdarê didin destpêkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin heta ku dîktatoriya Erdogan hebe li Tirkiyê û Kurdistanê li gelek bajaran tundiya li ser jinê nayê dîtin, tecawiz li ser jinan dibe, tacîz, tecawiz û revandina jinan a leşkerên Tirk û çeteyên Tirk ku li Efrîn, Serêkaniyê û Şengalê hate bibîrxistin, hate gotin dewleta Tirk bi polîtîkayên dijî jinan li bakur dibe sedem jin xwe bikujin, hate diyarkirin ku polîs û leşkerên Tirk dema destgîrkirimê tundî tacîz û tecawiz li jinan tê kirin.

Her wiha hate xwestin ku li NY'yê ya Swîsreyê derheqê sûcên dewleta Tirk ên li ser jinan biryara guşarê were standin.

Teqwîma çalakiyê ya 25'ê Mijdarê wiha ye:

22 MIJDAR

BERN

Panel

SaEt: 13:00

CIH: NCKD

 

23 MIJDAR

Online panel

Panelist: Zilan Diyar

Saet: 20:30

 

25 MIJDAR

BASEL

Meş û mîtîng

Cih: Theaterplatz/Basel

BERN

Mitîng

Saet: 17:30

Yer: Bahnhof Bern

BIEL

MÎTÎNG

26 MIJDAR

SOLOTHURN

Mitîng

Saet: 16:00

Cih: Qada 1'ê Gulanê