YJK-E'yê 8'ê Adarê pîroz kir: Jin di serdema azadiyê ne

YJK-E'yê 8'ê Adarê pîroz kir û got, "Êrîşên hêzên hegemonîk di kîjan astê de jî bin jinan gaveke nû avêtine serdema azadiyê ye." YJK-E'yê bang kir ku tecrîdê rakin û Efrînê bi serfiraziyê tacîdar bikin.

Yekîtiya Jinên Kurdistanê- Elmanya (YJK-E) bi daxuyaniyeke nivîskî 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kir.

'ÎDÎAYA ME YA JIYANA AZAD JI HER DEMÊ GEŞTIR E'

YJK-E'yê di daxuyaniya xwe de bal kişande ser Şoreşa Rojava û got paradigmaya alternatif a bi azadîxwaziya jinê û demokratik-ekolojîk bi pêşengiya jinê pêk hatiye.

YJK-E'yê bal kişande ser êrîşên dewleta Tirk û got, "li dijî faşîzmê û êrîşên qirker pêkanîna azadiya Rêbertiya me û bi serfiraziyê tacîdarkirina berxwedana Efrînê, îdîaya me ya mîsogerkirina jiyana azad û azadiya jinê  ji her demê geştir e."

'EM TECRÎDÊ RAKIN Û DAGIRKERIYÊ RAWESTÎNIN'

YJK-E'yê her wiha bal kişande ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, got li dijî tecrîda li ser Ocalan divê hêrs tim zindî be û ji bo pêkanîna azadiya fizîkî ya Ocalan peywirên mezin dikevine ser her kesî. YJK-E'yê bi berdewamî bang li saziyên navnetewî kir ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe û êrîşa dagirker a li ser Efrînê biqede bi peywira xwe rabin.

YJK-E'yê herî dawî got ew 8'ê Adarê, Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li hemû cihên cîhanê bi rihê berxwedanê yê Avesta Xabûr û Barîn Kobanê pîroz dikin û bang li jinên Kurd û şoreşger-demokratîk kir ku tevlî bernameyên ji bo 8'ê Adarê yên li Elmanyayê bibin.