YJK-E kuştina jinê ya li Aachenê şermezar kir

YJK-E kuştina li Aachenê ya jinê şermezar kir û banga tevlêbûna çalakiya li dijî vê cînayetê kir. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em ê xweparastinê geş bikin."

Yekîtiya Jinên Kurd ên Elmanyayê (YJK-E) bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku ew ê bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Denîz Firat a Aachenê çalakiyê bikin.

'DIVÊ TÊKOŞÎN POLÎTÎK Û RÊXISTINÎ BE'

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em kuştina Nûran a ku li Aachenê ji hêla mêran ve hatî kuştin û kuştinên jinan ên ku nasnameya wan diyar nebûne şermezar dikin.

Em dibêjin; rengê xwe çi dibe bila bibe, her cure tundiya fizîkî, zayendî, psîkolojîk a li ser jinê polîtîk e û li dijî vê têkoşîn divê polîtîk û rêxistinî be."

BANG

YJK-E"yê got "Xweparastin maf e, em jinên Kurd ên rêxistinî yên li Elmanyayê li dijî kuştina jinan em ê xweparastina xwe geş bikin, rêxistiniya xwe qeyîm bikin."

YJK-E'yê herî dawî ev bang kir: "Di serî de jinên Kurd em bang hemû derdorên ji gel, bawerî, şoreşger û demokratîk dikin ku bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Denîz Firat a Aachenê roja Înê tevlî çalakiyê bibin."