YJK-E: Di Newrozê de em rengê jinê bidin nîşandan

YJK-E: Wekî di 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar de em bi ruhê xwe yê berxwedan û serhildanê îsal jî di Newroza 2022’an de rengê xwe yê jinê li hemû qadan bidin nîşandan û bi hev re civaka azad ava bikin.

Yekîtiya Jinên Kurdistan-Elmanya (YJK-E) di daxuyaniya xwe de got ku “Jinan ji bo azadiya xwe û azadiya civakê bersiveke xurt dane û di 8’ê Adarê de daketine qadan. Jinan ev berxwedan wekî zayîna serdema nû ya Newrozê dîtine, li mîrateya serhildanê derketine ya ku Kawa li çiyayan bi agirê azadiyê dadaYe û Mazlûm bi sê darikên kîbrîtê ew vêxistiye û ji bo îxanet, înkar û qirkirinê re bûne bersiv.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vê perdeya mirinê ya li ser me rakiriye û em ronî kiriye.

Pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ di vê wateyê de girîngiyekê werdigire û azadiya Rêberê Gelê Kurd nêz dibe. Bi feraseta ku azadiya Rêbertî azadiya me ye jî, em ê berxwedana xwe geş bikin, agirê aştî û azadiyê yê Newrozê di dilê xwe zindî bihêlin û em ê bi ser bikevin.

Em jin wekî 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê em bi ruhê xwe yê berxwedan û serhildanê, em îsal jî di Newroza 2022’an de rengê xwe li hemû qadan bidin nîşandan û bi hev re jiyana azad ava bikin.”