YJA Starê peyameke pîrozbahiyê ji gerîlayan re şand

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê hemû fermandar û şervanên ku tevlî çalakiyên dîrokî yên Bazên Zagrosan û Pêngava Şoreşger a Şehîd Savaş Maraş bûne, pîroz kir.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê peyameke pîrozbahiyê ji Fermandariya YJA Star a Sewk û Îdare ya Herêmên Parastinê yên Medyayê re şand.

Di peyamê de ev tişt hate diyarkirin:

“Komploya navneteweyî ya ku li hemberî Rêbertî û tevgera me hatibû kirin, di 14’ê Nîsana 2022’an bi êrişên dagirker ên li dijî eyaletên me yên Zap, Avaşîn û Metînayê derbasî asteke din bûye. Di 25’ê Gulanê de jî bi êrîşên li ser Girê FM, Girê Cûdî û Girê Hakkarî ve, ketiye qonaxeke din.

Di vî şerî de ya ku em wê wek şerê man û nemanê diyar dikin, fermandar û şervanên me yên YJA Starê ji roja pêşîn a şer bi peywira xwe ya dîrokî ji Cûdî heta Kurojahro, Serhed, Çiyareş û Werxelê li her dera welat bi taktîkên li esasê stratejiya şerê gel a şoreşgerî, bi tarzeke bandorker gelek çalakî li dar xistiye.

Herî dawîn di 26’ê Gulanê de li tunelên şer ên Werxelê wekî ku layiqî têkoşîna heval Cûmalî û Çavrê, hevalên me bi metodeke cihê bersiveke herî xurt dan bangên teslîmbûnê yên dijmin û çek ji ser dijmin rakirin. Di 28’ê Gulanê de jî li tunelên şer Şehîd Berxwedan a Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn, layiqî navê Bazên Zagrosan wekî bazan li dijmin xistin, meşiyan ser dijmin û tunelên şer ji dijmin re kirin goristan. Di 27’ê Gulanê de jî li hemberî êrişên dagirker ên li qada Girê FM û Girê Cûdî hate destpêkirin, hêzên me bi Pêngava Şoreşger a Şehîd Savaş û li ser xeta Zîlan meşiyan û rola xwe bi cih anîn. Tîma Tolhildanê ya Şehîd Aryana Baryan jî helîkoptereke Skorsky xist. Ev çalakiyên tê wateya girêdayîna bi Rêbertî û jiyana azad divê xurttir, geştir û belavtir bibin û bidomin.

Ji ber vê tarza lêdana Apoyî ya encamgir û xurt, em li ser navê Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê hemû fermandar û şervanên ku tevlî ev çalakiyên dîrokî yên Bazên Zagrosan û Pêngava Şoreşger a Şehîd Savaş Maraş bûne, pîroz dikin. Em bawer in wê hêzên me ji niha û şûnde jî bi çalakiyên stratejîk û dîrokî wê pêşengtiyê ji vî şerî re bikin û em serkeftinê ji wan re dixwazin.”