YJA Starê bîlançoya çalakiyên xwe yên 2016'an eşkere kir

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bîlançoya çalakiyên xwe yên sala 2016'an eşkere kir û da zanîn, ku ew ê di sala nû de ji bo afirandina jiyaneke azad têkoşîna xwe xurtir bikin.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya çalakiyên xwe yên sala 2016'an eşkere kir.

Fermandariyê diyar kir, weke tevgera azadiyê wan bi ruhê berxwedan û têkoşînê sala 2016'an pêşwazî kir û got, "Nêzî çil sal in em têkoşîna azadiyê didin meşandin. Her sal ji bo me wate û giringiyên xwe hene, ji bo me salên têkoşîn û berxwedanê ne. Lê di dîroka me de hin sal hene cuda ne. Di dîroka têkoşîna me de sala 2016'de saleke ne ji rêzê bû."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku di roja îro de ne tenê li Kurdistanê, li tevahiya Rojhilata Navîn şerê cîhanê yê sêyemîn diqewime û hat destnîşankirin, ku herî dawî ji şerê Mûsil û Reqayê jî diyar dibe, ku ne tenê şerê bi DAIŞ'ê re ey.

'EŞKERE BÛ KU JI BO ÇARESERIYÊ Û JIYANEKE WEKHEV GELÊ KURD MIFTEYA SERKETINÊ YE'

Fermandariya YJA Starê da xuyakirin ku ev şerê hêzên navneteweyî û netewe dewletan e û wiha dewam kir: "Di heman demê de şerê dîzaynê ye. Ev şer jî herî zêde di Kurdistanê de tê meşandin. Di tevahî parçeyên Kurdistanê de ev di Rojava de di pêşengtiya YPJ, YPG de, li Şengalê YJŞ, YJA Star, HPG de, li Bakurê Kurdistanê jî bi ruhê berxwedanî sal hate pêşwazî kirin. Ev rastî eşkere bûye ku ji bo çareseriyê, ji bo azadiya gelan û jiyanekê wekhev gelê Kurd mifteya serketinê ye."

'TEVÎ XETERIYÊN MEZIN, DERFETÊN GELEKÎ MEZIN JÎ LI PÊŞIYA ME NE'

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê destnîşan kir, ku di sala 2016'an de ew ketine nava şerekî dîrokî û got, "Ev şerê îro tê meşandin tenê ne Bakurê Kurdistanê û çiyayên wê tevahî perçeyên Kurdistanê eleqedar dike. Di vê pêvajoyê de xeteriyên mezin jî hene lê, derfetên gelek mezin jî di pêşiya me de ye. Weke tevgera jin û YJA Star ê jî di xeta şerê gel ê şoreşgerî de di pêşengtiya gerîla de bi taktîka xwe, şêwazê xwe, her wiha di şerê bajaran de jî nûbûyînek û berxwedaniyek dîrokî dan raber kirin. Ev berxwedanî di tevahî qadên me de îro berdewam dike."

Fermandariyê diyar kir, gerîlayên azadiyê bi taktîk û şêwazên xwe, konseptên Erdogan û çeteyên wî pûç kirin û da zanîn, ev berxwedan û têkoşîn wê ji niha û pê ve jî bi dijwartir bidome.

'MÎNA SALA 2016'AN, ARTÊŞA TIRK TI CARÎ REZÎL NEBÛYE'

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Bêguman her tim yên ku rûyê Erdogan û çeteyên wî eşkere dikin, hemû plansaziyên wî pûç dikin, gerîlayên me yên YJA Star û HPG'ê ye. Tê zanîn di nava salê de gelek hevrêyên me yên di asta fermandariyê de jî, bi berxwedanî û têkoşîna xwe ev konsept pûç kirin. Cardin şerê sala 2016’an naşibe şerê ti salan. Bi rastî jî di aliyê gerîlatî de profesyoneltiyek gelek kûr derxist holê. Bi pêşketinên me re artêşa Tirk têk çû. Ti carî artêşa Tirkiye ewqasî rezîl nebûye yên ku ev kirin jî gerîlayên YJA Star ê û HPG bûn."

'WEKE GERÎLAYÊN YJA STARÊ EM Ê JIYANEKE AZAD BAFIRÎNIN'

Fermandariya Biryargeha Navendî da xuyakirin, ku di tevahiya salê de têkoşîn û berxwdanek bêhempa hate meşandin û got, "Bêguman ya ku pêşengtiya vê ruhê berxwedanî û têkoşînê kir jî gerîlayên YJA Star e. Tevî ku çeteyên AKP’ê ji derveyî pîvanên şer û exlaqê şer jî tevgeriyan lê ti carî ne gihiştine armancê xwe. Ev jî nîşaneya herî berçav ya ku gerîlayên YJA Star ji bo jiyanek azad jiyan dikin dide diyar kirin. Ji bo vê em weke gerîlayên YJA Star di wê îdeayê de ne ku em ê jiyanek azad bafirînin. Bi taybetî jî soza ku me daye hevrêyên xwe yên pakrewan û gelê xwe yê welatparêz bedel çi dibe bila bibe em ê her tim li pey şopa heqîqetê bin."

BÎLANÇOYA ÇALAKIYÊN GERÎLAYÊN YJA STARÊ YÊN SALA 2016'AN

Di dewama daxuyaniyê de li ser bîlançoya çalakiyên xwemalî ên gerîlayên YJA Starê yên sala 2016'an ev agahî hatin dayîn:

"Hêzên me yên YJA Star gelek taktîkên gerîla yê weke sabotaj, suîkast, çekên giran û operasyonan li hember çeteyên AKP’ê şerekî bi çalak dane meşandin. Di heman demê de gerîlayên me yên jin yên ku rola pêşengtiyê di nava HPG’ê de dikin gelek çalakiyên xwemal jî pêk anîne.

Li ser vê bingehê em pêdivî dibînin bilançoya çalakiyên ku gerîlayên me yên YJA Star di tevahî ya sala 2016’an de pêk anîne ji gelê xwe re û bi tevahiya raya giştî re parve bikin. Li ser vê bingehê;

*Berxwedana tevgera me ya azadiyê di sala 2016’an de gihiştiye lûtkeya herî jor. Bi taybetî jî tevgera azadiya jin ji bo tevahî jinên Kurd û cîhanê bûye hêviya azadiyê. Li ser vê bingehê jî tevlîbûyînên jin di vê salê de gihiştiye asta herî bilind.

*Di tevahiya salê de gerîlayên me yên YJA Star 115 de çalakiyên xwemal pêkanîne. 

*Her wiha bi giştî di encamê çalakiyên YJA Star yê xwemal de hejmara kuştiyên çeteyên AKP’ê 160 e. 

*Têkoşîn û berxwedana me di siya hevrêyên me yên pakrawan de gihişt asta herî bilind. Ev hevrêyên me yên dilawer ji bo welat, gel û nirxên xwe yên pîroz bê ku dudiliyê bijîn, heya dilopa dawî ya xwîna xwe li hember mêtingerî, nîjadkujiyê û desthilatdariyê ji bo jiyanek azad têkoşiyan û li ber xwe dan. Di encamê vî ruhê bexwedanê de bi giştî 118 hevrêyên me gihîştin merteba şahadetê."