YJA Star: PKK misogeriya jiyana azad a li ser xeta jinê ye

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê, bi wesîleya salvegera 40'î ya damezrandina PKK'ê peyamek weşand û got, "PKK misogeriya jiyana azad a li ser jinê ye."

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi wesîleya salvegera 40'î ya damezrandina PKK'ê peyameke nivîskî weşand û got, "Tevgera me ya PKK'êya ku ji bo mirovahiyê bûye çavkaniya hêviya jiyana azad dikeve sala xwe ya 41'emîn. Salvegera 40'emîn ya PKK'ê di serî de li mîmarê partiyê me Rêbertî, li şehîdên me yên qehreman û tevahiya gelên cîhanê pîroz dikin. Dîsa di serî de hevrê Sara û Hakî Karer, tevahiya şehîdên şoreşê yên ku hebûna PKK'ê afirandine bi minet û rêzdarî bi bîr tînin, soza parastina nirxên şoreşê didin."

JIN ÊDÎ LI HER QADÊ ÇALAK IN

YJA Starê diyar kir, dîroka mirovahiyê bi sedan salan bûye şahidê kesayatên bêhempa yên ku di oxira şerê azadiyê de hebûnên xwe feda kirine û wiha dewam kir: "Hêzên ku bi dijwarî êrîşê nirxên mirovahiyê kirine di heman dem û astê de bi berxwedanê re rû bi rû mane. Ev jî bûye sedem ku hêza êrîşkaran bişkê."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Ji ber vê yekê pergala heyî ti carî negihîşt armancê ku hedef dikir û her tim li hember azweriya berxwedêran li bin ketiye. Di sedsala 21'emîn de di şexsê PKK'ê û gelê Kurd de dîrok şahidiyê ji heman berxwedanê re dike. PKK'ê partiyeke vejîn û berxwedanê ye û bi hezaran qehremanên têkoşînê re navê xwe di dîroka azadiyê de daye nivîsandin û hîn dewam dike. Di sedsaleke wiha de ku; bêmafî, newekhevî di asta herî jor de ye PKK ji bo tevahiya mirovahiyê dibe hêviya jiyana azad, ji ber vê yekê niha li hember pergala serdest bûye yekane rêya jiyanê.

Modernîteya Kapîtalîst ya ku dixwaze jiyana mirovan bixe hundirê qefesekê û bi vî awayî berê wan bi xwe diyar bike, her tim yekser berê xwe daye jin û bi felsefeya; 'Berê li jinan bidin' re xwe bi pergalî kiriye, jiyana azad a li derdora jinan kiriye armanca êrîşên xwe. Li hember vê yekê Rêber Apo di xeta bîrdoziya jinê de tevgera PKK'ê afirand û xeta têkoşînê diyar kir. Bi vî rengî derbeke mezin li pergala heyî da û ji tevahiya cîhanê re ispat kir ku jiyan, tenê bi jinê re  dikare bibe xwedî wate. Jinên Kurd bi PAJK'ê bûye partî, bi YJA STAR'ê re jî bûye artêş, bi KJK'ê re jî bûye pergalî. Lê belê beriya PKK'ê jin li qadên; civakî, siyasî û leşkerî ne gengaz bû ku bi îrade xwe, parastina xwe û bi nasname xwe hebûna xwe nîşan bide. Lê niha di tevahiya qadan de jin bi awayekî aktîf pêşengiyê dikin. Ji ber vê yekê em dibêjin; PKK di xeta jin de misogeriya jiyana azad e."

GELÊ KURD BI PKK'Ê RE BÛ XWEDÎ RUH Û ZANEBÛNÊ

Daxuyaniya Fermandariya Navendî ya YJA Starê bi vî rengî dewam kir:

"Weke rewşa jin heman tişt ji bo gelê Kurd jî derbasdar bû, tenê rêya mirinê jê re hatibû hîştin lê gelê Kurd bi PKK’ê re bûn xwedan ruh û zanebûnê. Di 27’ê Mijdara 1978 an de dest bi nivîsandina destan û vejîna gelekî hate kirin û di roja îro de li her çar perçeyên Kurdistanê li Bakûr, Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê destanên berxwedaniyê tê nivîsandin. Jin, ciwan, xort, kal û pîrên ku ji heqîqeta PKK’ê û Rêber Apo bawerbûn û di vê oxirê de amadebûn da ku canê xwe jî feda bikin, bi egîdî li hember çeteyên hov bê teredût şer kirin û berxwedaneke bêhempa derxistin holê.

Di şexsê berxwedêrên Kurdistanê de Edûle û Derweşê ku temsîla evîna Kurdên windabûyî dikir careke din zindî bûye, evîna Kurd ji nûve şax vedaye û li her çar perçeyê Kurdistanê belav bûye. Di tevahiya salê de li Bakûr û qadên Parastina Medya yê li hember teknîkên herî pêşketî yê artêşa Tirk bi wêrekî hatiye sekinandin û bi taqtîkên nû şer hatiye pêş xistin bêgûman çavkaniya hêzên gerîlayê azadiyê ji ruhê PKK’ê ya berxwedêr e. Di roja îro de tevahiya cîhanê evîn û berxwedana PKK’ê bi lêv dike û şoreşa Kurdistanê weke şoreşa xwe dibîne û xwedî derdikeve. Pêşketinên têne jiyîn careke din nîşan dide ku PKK, ne tenê partiyeke Kurd û Kurdistanê ye, PKK; ji tevahiya cîhanê re îspat kiriye ku partiyeke parastina nirxên tevahiya mirovahiyê dike armanc."

SOZA DEWAMKIRINA TÊKOŞÎNÊ

Rêya me bi ronahiya Sara, Hakî  û Delalan de zelal dibe. Her roja ku derbas dibe îdîaya me ya bûyîna hevrê û şopdarên wan zêdetir dibe. Artêşa Jina Azad YJA STAR di xeta van hevalan de rêya xwe dewam dike û her roj hîn mezintir dibe. Şervanên Azadiyê yên ku felsefeya jiyana fedayî ji bo xwe esas digrin di her dem û qadê de heta dawiyê di parastina rûmeta azadiya gelê Kurd de amade ne ku di oxira vê dozê de cane jî feda bikin. Meşa azadiyê ya ku bi Sarayan dest pê kir,  îro bi Berçem, Gulnaz û Medyayan gav bi gav ber bi serketinê ve diçe. 

Bi navê hêza YJA STAR'ê em ê heta dawiyê di xeta azadiyê ya ku şehîdên me yên qehreman diyar dikin de berdewam bin û heta ku bi ser bikevin bê navber têbikoşin. Careke din soza berdewam kirina têkoşîna azadiyê dubare dikin. Em ê jiyana bi rûmet û azad ya emanetên şehîdên me yên qehreman e, bigihînin nifşên nû. Em ê heta dawiyê têkoşîna bê eman a azadiyê bimeşînin."