YJA Star: Newroz mizgîniya nûbûn û biharê ye

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê li ser Newrozê daxuyaniyek da û got, "Afirandina jiyaneke azad, komunal û wekhev e. Mizgîniya nûbûn û biharê ye."

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê daxuyaniyeke nivîskî weşand û destnîşan kir ku PKK partiyeke Newrozê ye.

Daxuyaniya fermandariyê wiha dewam kir: "Em cejna Newrozê di serî de li Rêber APO yê ku PKK a bûye tov û li cihî axê şîn dibe, bûye stran û li her derê tê gotin diyarî me kiriye, gelê me yê ku ruhê Newrozê kir ruhê serhildanê, tevahî mirovên ku ji bo azadî û demokrasî têdikoşîn pîroz dikin. Têkoşîna azadiyê ya Mazlum Doğan, Zekiye Alkan, Rahşan, Ronahî, Bêrîvan û Semayan a ku heqîqeta şer bi berxwedaneke bêhempa pênase kirine bi rêzdarî û minet bi bîr tînin.

Newroz afirandina jiyanek azad, komunal û wekhev e. Mizgîniya bihar û nûbûnê ye, ew roj e ku roj berê xwe dide mirovahiyê. Çawa ku Kawayê Hesinkar li hember Dehaqan bi rengekî mezin têkoşiya û ji bo gelan hêviya azadiyê afirand, bi partiya me PKK'ê re li hember zilmê, Newroz ji vejînê derbasî rizgariyê bû û agirê azadiyê hîn geştir bû.

Îro li Kurdistanê û Rojhilata Navîn rojên bi Newroz hene. Di dîrokê de gel li hember Dehaqan ji bo nasnameya azad, parastina vîna xwe û ji bo ku serî netewîne her tim bi êrîşan re rû bi rû maye, lê belê Kawayên ku di bin zilma Dehakan de nepelçiqîn û koletî qebûl nekirin li ser vê axê derketin holê. Îro jin, ciwan û gelê enternasyonel yê ku hêviyên jiyana azad di şoreşa Kurdistanê de dibînin berê xwe didin kela berxwedanê Efrînê. Dehaqê serdemê Erdoğan ê ku xwe bi faşîzmê xwedî dike li hember gelê Efrînê tawanek ji derveyî mirovahiyê dike. Berhemên mirateya 20 salan ên ku Rêber Apo li Rojava daye, îro li Efrînê xwe dide der. Gelê Efrînê bi têkoşîna xwe bû nîşaneya xwedîderketina li nirx û axa xwe û ji bo tevahî mirovahî seknek mînak raber kiriye. Li hember hemû zordarî, mêtingerî, êrîşên hawayî û bejahî gelê me û têkoşerên azadiyê bi xwedîderketina li nasnameya neteweyî, bi Newrozbûna xwe daxwazên Erdoğan û çeteyên wî pûç kir. Şopdarên kevneşopiya berxwedana Mazlum Doğan yê ku bû Kawayê Hemdem ji Delal, Azê, Berçem û Gulnazan heya Avesta Xabûr, Barîn Kobanê, Îlan û Polatan agirê Newrozê netefiya ye, bi geşbûna xwe dom kiriye û bandor li hezaran kesî kiriye.

Weke YJA Star li ser xeta berxwedanê bersiva herî bi wate ya ku em bidin Newrozê, misogerkirina serketinê ye, afirandina pergala parastinê ye. Her milîtanên YJA Starê xwe bi pêçandina coş û zanista Newrozê wê pêngava biharê bi serketinê mezin bikin. Her rojên sala 2018'an wê bi ruhê Newrozê pêşwazî bikin û bi erk û berpirsyariyên xwe rabin. Li ser vê bingehê di çarçova xweparastinê de li dijî Deqayan, ji bo rêxistinbûn û têkoşînê em serî de bangî hemû jin, ciwan, gel û mirovên ku girêdayî rûmeta xwe ne dikin. Sala 2018'an wê bi ruhê Newrozê mezin serbikeve."