Artêşa jinên Kurd YJA Starê aşkere kir ku kontrayê bi navê Alî Yûm ê ku ji bo operasyona 24’ê Adarê de pêşengtiya artêşa Tirk kir û kampa gerîlayan nîşan da, di encamê de 15 gerîlayên jin jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê gerîlayan ve hatiye cezakirin.
Navenda Çapemeniya YJA Starê bi daxuyaniyekê ragihand ku kontrayê bi navê Alî Yûm ji aliyê gerîlayan ve hatiye cezakirin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin; “24’ê Adarê de li herêma Şêx Cûmaya Bedlîsê de di fermandariya Rêheval Arjîn Garzan de 15 rêhevalê me gihîştibû şahadetê. Du kesên ê cihê kampa van rêhvalê me îxbarî dijmin kiribû û pêşengtî ji operasyona hatibû lidarxistin kiribûn, yek ji wan ê bi navê Alî Yûm di 29'ê îlonê de ji aliyê gerîlayên me ve hatiye cezakirin.”