YJA-Star:  Em berxwedana Efrînê silav dikin

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA-Starê têkildarî êrîşên dewleta Tirk ê li dijî Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand û berxwedana gelê Efrînê silav kir.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA-Starê têkildarî êrîşên dewleta Tirk ê li dijî Efrînê daxuyaniyeke nivîskî aweşand û berxwedana gelê Efrînê silav kir.

Di daxuyaniya YJA-Starê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Em gelê Efrînê û hemû hêzên xweparastinê yên li Efrînê silav dikin. Dewleta Tirkiyeyê ya faşîst bombeyan li ser gelê Efrînê dibarîne û dixwaze gelê Efrînê dev ji axa xwe berdin. Li hemberî van êrîşan gelê Efrînê dev ji axa xwe bernedaye û xwe diparêze.

Şoreşa Rojava bi berxwedana gelê Kurd û bi xwîna şehîdan pêk hatiye. Kî êrîşî vê şoreşê bike, ew ê li hemberî xwe gelê Kurd bibîne. Şoreşa Rojava di şexsê YPJ’ê de bi berxwedana jinan ber bi serfiraziyê ve çûye û wekî şoreşa jinan ketiye dîrokê. Di şexsê Efrînê de ew ê jin bi berxwedaneke mezin bersivê bidin dewleta Tirkiyeyê. Em jî diyar dikin ku, em bi gelê Efrînê û bi hemû hêzên xweparastinê yên Efrînê re ne.

Dewleta Tirkiyeyê ya faşîst li ku derê destkeftiyên Kurdan hebe, êrîşî wê derê dike.  Dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê nikare li hemberî gerîlan bi ser bikeve, ji ber vê jî dixwaze êrîşî gelê Efrînê bike.

Îro hemû daxuyaniyên hêzên navneteweyî qetlîama li ser Kurdan erê dike. Li hemberî kaosa li Rojhilata Navîn têkoşîna Kurdan dibe mînak.

Îro jî Efrîn li ser xeta Arîn Mîrkan li hemberî faşîzma dewleta Tirkiyeyê qehremanan diafirîne. Faşîzma Tirkiyeyê ew ê di Efrînê de têk biçe û di şexsê Efrînê de ew ê gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn û azadî bi ser bikeve.”