YJA Star: Efrîn wê eniya berxwedanê ya 8’ê Adarê mezin bike

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Star, bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê daxuyaniyek da û got: “Soza ku bi boneya 8’ê Adarê didin, azadiya jinê ya li Kurdistanê ji nû ve şîn dibe, heta gihandina hemû jinên cîhanê, domandina têkoşînê ye.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Star, bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê daxuyaniyek da, diyar kir ku ruhê berxwedana 8’ê Adarê her roj xwe nû dike û got: “Berxwedan Serdemê ya bi berxwedana Efrînê pêk hatî ku em 8’ê Adarê pêşwazî dikin, wê bibe wesîleya hê bilindkirina têkoşînê û wê bibe wesîleya hê zêdetir bilindkirina eniya berxwedanê ya jinan.

Fermandariya YJA Star a destnîşan kir ku berxwedan hemû jin kire yek, bang hate kirin ku hemû jin li refên azadiyê bibin yek û bibin hevparê rûmeta azadiyê.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

“8’ê Adarê ya Cejna Berxwedanê ya Jinan, weke YJA Star hêza parastinê ya jinan bi coşeke têkoşînê û biryardarî pêşwazî dikin. Di serî de em 8’ê Adarê li mîmarê tevgera azadiyê Rêber Apo pîroz dikin. Di kesayeta hevrêyên xwe Delal,Nalîn, Berçem, Gulnaz, Azê, Helîn, hemû şehîdên xwe yên di têkoşîna azadiya jinê de bê tirs têkoşî,n kirin û bi sekna xwe ya têkoşer bûne sembol bi rêzdarî bibîr tînin. Bi tevahî jiyîna xwe ya bi rûmet bûne sembola artêşa jinê ya têkoşer. Bi boneya 8’ê Adarê em ji nû ve soza têkoşîna azadiya Kurdistanê di serî de ji bo Rêbertiya xwe, şehîd û hemû jinên têkoşer ên di tevgera me de ked dide.

Em 8’ê Adarê di demeke ku li Efrînê têkoşîneke mezin a berxwedêr heye pêşwazî dikin. Li ser vî bingehî em 8’ê Adarê di serî de li hêzên YPJ’ê yên li çeperên Efrînê li ber xwe didin, hemû jinên ji bo Efrînê li ber xwe didin, dayîkan pîroz be. Dîsa li hemû jinên li Kurdistan, her deverên cîhanê ji bo azadiyê li ber xwe didin û têkoşînê dikin daketine qadan pîroz dikin. Dîsa hêvî dikin ku 8’êAdarê bibe wesîleya bilindkirina têkoşîna li Efrînê ya bi ‘Berxwedana Serdemê’ re bûye yek, dîsa bibe boneya xurtkirina eniya berxwedanê ya jinan. Divê îro li dijî hişmendiya qirker a kapitalîzmê azadiyê bi xuliqîne her roj bi ruhê berxwedanê yê 8’ê Adarê têkoşînê têr û tejî bê derbaskirin. Di heman demê de li dijî van êrîşên li ser jinê ji bo pêkanîna azadiyê di rêya xwerêxistinkirina erka xweparastinê re derbas dibe.

Îro li çar parçeyên Kurdistanê jin li ser bingehê azadkirina xwe û civakê, li ser bingehê xweparastinê xwe bi rêxistin û têkoşînê dike. Di serî de ev têkoşîn jinê ji bo jinên Rojhilata Navîn û hemû jinên cîhanê bûye çavkaniya hêviyê. Jin di refên azadiyê de mil dane hev. Berxwedana ku bi têkoşîna me re derketî holê hemû jin li dijî desthilatdariya mêr hêza xurtkirin û bilindkirina têkoşînê daye avakirin. Li hemberî zext, êşkence, asîmlasyon, destdirêjî û destavêtina sîstema serwer a li ser jinê ferz dike, bi berxwedanê dike yek û li dorî azadiyê dibe yek. Îro mînaka wê ya herî şênber berxwedana li Efrînê ye. Îro berxwedana Efrînê xwe gihandiye hemû jinên cîhanê û wan dike yek. Berxwedana jinê ya li Efrînê tê kirin wê refên azadiyê bi hêz bike, wê bi destê jinê azadî û ked ji nû ve were avakirin.

Hemû cîhan bû şahidê ruhê berxwedêr ê Arîn Mîrkan ê serfirazî berxwedêriyê. Îro di pêşengtiya Avesta Xabûran, Barîn Kobanêyan li Efrînê dibin şahidê berxwedanê. Îro di serî de hemû pîlan û hesabên qirêj ên Erdoganê faşîst li Kurdistanê bi berxwedana tê kirin tê valaderxistin. Çawa ku hovîtiya DAIŞ’ê têk çû, wê aqûbeta dewleta hov û barbar jî heman be. Berxwedana bi heybet a li Efrînê bilind dibe, bi biryardariya bi serfiraziyê tacîdar bûye, wê îsal bi ruh û têkoşîna 8’ê Adarê, li hemû enî, çar parçeyên Kurdistanê, gelê Kurd li her cihê ku jin hebe wê bidome.

Weke Hêzên YJA Star 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê di serî de li Rêber apo, jinan û hemû gelê xwe pîroz dikin, vê pêvajoya li pêşiya me li ser xeta Delal, Nalîn, Helîn, Gulnaz, Berçem, Azê, Arîn, Avest û Barînan, ala azadiyê bi biryardariyeke mezin em ê bilind bikin. Em ê li ser bingehê Rêbertiyek azad û jiyanek azad di meşa azadiyê de li hev civîna mezin a azadiya jinê pêk bînin. Di serî de bang li keçên ciwan, jinan û hemû jinan dikin ku berê xwe bidin refên azadiyê û bibin hevparê jiyana azad. Carekî din 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li hemû jinên berxwedêr pîroz dikin. Azadî wê bi keda jinên berxwedêr bê avakirin.!”