YJA Star: Bi giyanê şerê hevrê Egîd em ê têkoşînê bidomîni

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi wesîleya salvegera 33’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê peyameke nivîskî belav kir.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê di peyama xwe de ev tişt diyar kir:

“Di salvegera 33’emîn a Pêngava Vejînê ya 15’ê Tebaxê de em di şexsê fermandarê me yê efsanevî hevrê Egîd de, hemû şehîdên têkoşîna şoreşê  bi hezkirin û minet bibîr tînin. Em salvegera nû ya têkoşîna xwe di serî de li Rêber Apo, gelên me û hemû têkoşerên azadiyê pîroz dikin.

‘15’Ê TEBAXÊ BÛYE DESTPÊKA TEVGERA TOLHILDANÊ’

Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo Kurdan rêveçûna dîrokê guherandiye û li ba gelan hestên hêvî, şadî, bawerî û cesaret; li ba dijmin jî tirs û fikar ava kiriye. 15’ê Tebaxê di heman demê de bûye destpêka tevgera tolhildanê jî.  Şerê bi pêşengiya fermandar Egîd hatiye destpêkirin bûye şerekî ku xwe amadeyî serfiraziyê kiriye. Vî şerî di heman demê de nîşan daye ku divê şerê xweparastinê çawa be.

‘15’Ê TEBAXÊ PÊNGAVEKE DÎROKÎ YE YA KU BERXWEDAN VEGUHERANDIYE VEJÎNÊ’

Zilm, êşkence, pêkutî û wahşeta rêveberiya faşîst a Tirkan a salên 1980’î di bîra mirovan de cihekî kûr girtiye. Li hemberî vî tiştî berxwedana kadroyên pêşeng ên PKK’ê yên li Zindana Amedê di hiş û dilê mirovan de ji bo jiyana azad baweriyek çêkiriye. 15’ê Tebaxê ev berxwedan kiriye vejîn. Giyanê 15’ê Tebaxê îro xwe li her dera Kurdistanê dide jiyîn. Giyanê ku li Rojava, Başûr, Şengalê DAIŞ têk bir, li Rojhilat li dijî rejîma Îranê ya paşverû têdikoşe û li Bakur jî li dijî faşîzma AKP-Erdogan têdikoşe, giyanê mirovên azad ên Egîdan e. Di berxwedana Cizîrê de bi Mehmet Tûnçan, di berxwedana Sûrê de bi Çiyager û Nûcanan, li Rojava bi Ebû Leylayan re, li çiyayên azadiyê bi Nalîn, Doza Welat, Nûjîn, Zinarîn û Jîndayan ji nû ve zindî bûye.

Vî giyanê azadî û vejînê li her derê  divê zindî bibe, ji ber vê jî divê her kes li dijî faşîzmê têbikoşin. Pêngava 15’ê Tebaxê gava yekemîn a jiyana azad, demokratîk û konfederal a li Tirkiye û Rojhilata Navîn e. Li hemberî vî giyanî tu dîktator nikare li ser lingan bimîne. Di vî warî de em bangî her kesan dikin ku bi giyanê Egîdan têbikoşin.

‘EM Ê BI GIYANÊ ŞERÊ HEVRÊ EGÎD TÊKOŞÎNÊ BIDOMÎNIN’

Em YJA Star bi felsefeya jiyana azad a ku Rêbertiya me afirandiye û bi giyanê Hevrê Egîd em ê têkoşînê bidomînin. Çawa ku 15’ê Tebaxê bûye pêngava tolhildana Berxwedana Zindana Amedê wê berxwedana me ya li dora berxwedana Îmraliyê geştir dibe jî wê bi serfiraziya avakirina jiyana nû bi encam bibe. Em soza xwe ya serfiraziyê dubare dikin û em Pêngava 15’ê Tebaxê li Rêbertî, hemû gelê me, li mirovayetiya demokratîk û hemû gelên li Rojhilata Navîn pîroz dikin.”